Rûsya fişarê li Tirkiyê û çeteyên yên li Idlbiê dikin, ku çeteyan El-Nusra wekî kaxezeke zextê bi kar tîne, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê li bargeha wan a dawî zeft kirine, Li Lubnan jî piştî hevdîtinan berfireh hikûmeta nû hate avakirin, her wiha aloziya di navbera DYA û Venezuela de giran dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameyên erebî yên vê hefteyên hatine çapkirin, bal kişandin li pêşketinên dawî di aloziya Sûriyê de, tevgera Rûs û Tirkiyê, her wiha avakirina hikûmeta nû ya Lubnanê û aloziya li Venzuelayê.
El-Ereb: Idlib kaxezeke zextê ye ku Rûsiya li dijî Tirkiyê bi kar tîne
Rojnameyên erebî di vê hefteyê de gelek mijarên girîng girêdayî mijara Idlibê û tevgera Rûsya û Tirkiyê girtin dest. Rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de got “Idlibê kaxezeke zextê di destê Rûsya de ye ku li dijî Tirkiyê bi kar tîne, nemaze ku Tirkiyê şaştiyeke mezin kir dema destûr da Heyet Tehrîr El-Şam a ku Cebhet El-Fetih (El-Nusra berê” serkêşiya wê dike ya ku di lîsteya terorê ya avdewletî de ye ku tevahî parêzeha li bakurê rojhilatê Sûriyeyê kontrol bike.”
Rojname wiha didomîne “Çavdêr dibînin ku bêdengiya Rûs di wê de ku Heyet Tehrîr El-Şam dest deye ser tevahî Idlibê encamên wê êdî diyar dibin, diyar e ku Rûsiyê çavê xwe li ser vê yekê girtibû da ku dûre vê dosyayê li dijî wê bi kar bîne ku soza ya lihevkirina hatibû kirin pêk ne anî.”
El-Heyata: Kermelin: Rêkeftina Idlib bi Tirkiyê re bi temamî pêk nehat
Rojnameya El-Heyat nivîseke wiha avêt “Di heman dema êrîşa yekemîn a balafira bê mirov li ser bargeha Himêmîm de ku beriya du mehan hatibû kirin, Kermelin destnîşan kir ku rêkeftina Rûsiya – Tirkiyê ya derbarê Idlibê de bi temamî pêk nehat, ev yek ji bo Mosko û Şam bû cihê fikran. Çavkaniyên opozisyona Sûriyê hişyariya bicihkirina hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriya, Îran û Rûsya li ser sînorê Idlibê dan ku îhtîmal e operasyoneke leşkerî hevpar û berfireh pêk bînin.”
Şerq El-Ewset: Têkildarî danûstandinên Rûsya-Tirkiyê ji bo Idlibê bêdengiyek heye û texmîna destpêkirina tevgereke leşkerî ya bi sînor
Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser rewşa Idlibê û wiha got: “Di danûstandina duh a şandeya ewlehiyê ya Tirkiyê li Moskovê, ne zelaliyek heye. Çavkaniyên ji Tirkiyê ragihand ku roja pêncşemê, şandeyek gihîşt paytexta Rûsyayê da ku gavên hevbeş li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê nîqaş bikin.
Aliyên fermî yên Rûsyayê der barê danûstandinan de tiştek negotin. Lê çavkaniyên Rûsyayê ji Şerq El-Ewset re wiha got: “Moskov bi Tirkiyê re ji bo destpêkirina operasyoneke hevbeş li Idlibê ku di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de ye, amadekariyan dike.
El-Ereb: Hevpeymana Edeneyê… Amûrekî zextê ye, ne çarçoveya hevkariyê ye
Rojnameya El-Ereb îro behsa Hevpeymana Edeneyê ya di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de kir û wiha got: “Ne tiştekî nû bû ku Hevpeymana Edeneyê ji aliyê serokê Rûsyayê Pûtîn ve dema hempîşeyê xwe yê Tirk pêşwazî kir, anî bîra wî. Berê jî Tirkan di salên derbasbûyî de, ji bo rewakirina destwerdana xwe ya leşkerî di Bakurê Sûriyê de, ev hevpeyman bi bîr dixist.”
El-Heyat: Kurdan bi Washingtonê re garantiya piştî vekişandinê û herêma ewle nîqaş kirin
Rojnameya El-Heyat jî behsa mijara Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Çavkaniyekî ji rêveberiya Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) ragihand ku serok Donald Trump soz daye ku ew ê Kurdan li Sûriyê ji Erdogan re nehêlin da ku wan bikuje. Her wiha dema Trump seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed li Washingtonê pêşwazî kir, hezkirina xwe ji bo Kurdan anî ziman. Heman çavkanî ku beşdarî civînan dibe, da zanîn ku wan garantî û soz standine ku wê vekişandina Amerîkayê bi baldarî be û ew ê heta demeke kurt were taloqkirin.”
Endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Besam Seqir ji El-Heyat re axivî û wiha got: “Şandeya MSD`ê bi rêveberiya hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li Washingtonê bi endamên Meclisa El-Şiyûx re dest bi hevdîtinan kirine. Her wiha wê hevdîtinan bi Wezareta Karên Derve û ya Parastinê re jî çêkin û mijara vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê û herêma ewle ku li ser sînorê bi Tirkiyê re tê pêşniyarkirin ku were avakirin, nîqaş bikin.
Şerq El-Ewset: Hêzên Sûriyeya Demokratîk DAIŞ di bargeha wê de li Rojhilatê Firatê zeft dike
Rojnameya Şerq El-Ewest di nivîseke xwe de bal kişand li ser Pêngava Bagera Cizîrê û wiha got” Hêzên Sûriyeya Demokratîk niha rêxistina DAIŞ di ferehiyeke qasî 4 km2 li nêzî sînorê Iraqê zeft kiriye û pêş de diçe. Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêma Hecînê Heval Ronî ji AFP‘ê re got, tenê 4 km 2 ji Baxoz heta sînorê Iraqê di bin kontrola DAIŞ de maye.”
Yemen
Rojnameya El-Ereb jî behsa mijara Yemenê kir û wiha nivîsand: “Balkêş e ku nûnerê navneteweyî Martin Griffiths beriya biçe El-Hudeyda da ku aloziya wir kêm bike, hate paytexta Yemenê Senayê û bi fermandarê Hûsiyan re civiya.”
Rojnameya Şerq El-Ewset nûçeyeke xwe wiha ragihand: “Hêzên Hûsiyan ên terorîst roja sêşemê, êrîşî tîma Neteweyên Yekbûyî û tîma rakirina mayinan li bajarê El-Hudeyda yê Yemenê kir.”
Filistîn
Têkildarî rewşa Filistinê jî rojnameya El-Ereb wiha got: “Hate teqezkirin ku hikumeta nû ya Filistînê ku dê were avakirin, dê hemû komên rêxistina Tehrîr negire nava xwe, di demekê de ku nakokiyên hundirîn zêde bûne.”
El-Heyat jî nûçeyek wiha avêt, “Komîteya Navendî ya Tevgera Fetih di civîna xwe ya dawî de bi serokatiya Serok Mehmmûd Ebas komîteyek ji bo hevdîtina bi hêzên siyasî re ava kir da ku hikûmeta nû ya desthiltata Filistînê were avakirin. Çavkaniyên ku komîteyê ji El-Heyat re gotin, komîte ji 4 endamên komîteya navendî pêk tê û di hevdîtinan bi hêzên cûda yên rêxistina rêzgariya Fililstînê re pêk bîne da ku hikûmeta nû were avakirin.”
Her wiha rojnameya El-Ereb jî behsa Filistînê kir û wiha nivîsand: “Nûnerê aştiyê yê li Rojhilata Navîn Mladenov û berpirsê dosyaya Filistînê yê Îstixbaratên Giştî ya Misrê Lîwa Ehmed Ebdxaliq roja Înê bi serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyê ve rûnişt. Çavkaniyekî ji rayedarên Hemas ji El-Ereb re ragihand ku di civîna sêalî de bicihanîna agirbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de bi sponseriya Misr û hêzên navneteweyî, hate nîqaşkirin.”
Lubnan
Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsandin: “Piştî bendewariya 8 mehan, duh roja pêncşemê astengiyên li pêşberî avakirina hikumeta Lubnanê ya bi rêveberiya Seed El-Herêrî rabûn. Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê da zanîn ku Hizbullah bi ser ket û hemû taîfe wekî sunnî, xiristiyan û dirûz derbas kirin û îsbat kir ku avakirina hikumeta Lubnanê êdî dê bi erêkirina wê be.”
DYA
Têkildarî aloziya moşekên nukleer a di navbera Washington û Moskovê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “DYA`yê li gorî hevpeymana moşekên nukleerî ku bi Rûsyayê re sala 1987`an de îmze kiribû, tev bigere. Washington muhlet 6 meh dane Moskovê da ku moşekên “Cruise” tune bike.”
Venezuela
Her wiha têkildarî mijara Venezuelayê rojnameya Şerq El-Ewset ev agahî ragihandin: “Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Amerîkayê John Bolton texmîn dike ku destwerdaneke leşkerî li Venezuelayê çêbe. Her wiha Washington jî wê cezayên petrolê li ser serokê Venezuelayê Nicholas Maduro ferz bike.”
ANHA