Aloziya Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû bû, Washington biryara mayîna hin leşkerên xwe li Sûriyê da. Ji ber rewşa Idlibê û nakokiyên di helwesta Tirkiyê de hevgirtina Astanayê tev li hev bûye, her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyona dawî ya li dijî DAIŞ‘ê li bargeha dawî da destpêkirin, li Yemen, Pakistan û Hindistanê alozî didome.
NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameyên Erebî yên vê hefteyê behsa pêşketinên dawî li Sûriyê, operasyonên QSD‘ê li dijî DAIŞ, dosyaya Yemenê û aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê û hin mijarên din kirin.
El-Ereb: Şerê Sûriyê li ber pêvajoyeke nû ye
Rojnameya El-Ereb jî behsa mijara Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Trump di dawiya sala par de, ku ew ê hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ku hejmara wan 2 hezar e, vekişîne, hêzên derve yên ku destwerdana aloziya Sûriyê kirine, tevlihev kirin û nexasim Rûsya, Tirkiye û Îran.”
El-Şerq El-Ewset: Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî çeperên dawîn ên DAIŞ`ê dest bi êrîş kir
Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê şerê li dijî çeperên dawîn ên DAIŞ`ê de wiha nivîsî: “Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh ragihand ku hêzên wan êrîşa dawîn li dijî DAIŞ`ê dest pê kir.
Ajansa Reutersê jî diyar kir ku QSD ku ji Kurd û Ereban pêk tê, beriya hefteyekê amadekariyên êrîşa li dijî çeperên dawîn ên DAIŞ`ê dikin ku li Baxozê hatine dorpêçkirin, lê ji ber veguhastina sivîlan ev êrîş rawestiyabû.
Ev cihên behsa wan tê kirin berîkên dawîn ên DAIŞ`ê ne li rojhilatî Firatê, tevî ku rizgarkirina Baxozê dê bibe derbeyeke mezin ji bo DAIŞ`ê. Lê metirsiya vê rêxistinê hîna dewam dike ku dibe bi awayê şerê gerîlla şer bike, her wiha li hin deverên dûr ên rojavayê çemê Firatê hîna hin herêmên di destê wan de hene.”
El-Ereb: Gurkirina şerê Idlibê, gelo pêşdîtina operasyoneke giştî ye yan gaveke ji bo zexta li ser Enqereyê ye?
Rojnameya El-Ereb behsa rewşa li “herêmên bêçek” kir û wiha got:” Li parêzgeha Idlibê û bejahiya girêdayî wê di navbera artêşa Sûriyê û rêxistinên muxalîf û tundraw de şerekî xeternak gur dibe. Ev yek jî dibe ku bi xwe re rewşa herêmê ya di hevpeymana Soçiyê de wekî herêmên bêçek hatin ragihandin, xerab bike.”
Rojnameyê bi berdewamî wiha got: “Gurkirina ku 12`ê Sibatê de hate destpêkirin, rewşê ber bi ku rejîm û hevalbendên wê operasyoneke berfireh li parêzgeha Idlibê pêk bînin, dibe. Dibe ku ev gurkirina şer û propagandaya li ser çapemeniyê li ser Tirkiyê zextê bike da ku komên çekdar hevpeyama Idlibê pêk bînin.”
El-Heyat: Moskovê pêşniyar kir polîsên leşkerî yên Rûsyayê li herêma tampon a di navbera Sûriye û Tirkiyê de bi cih bike
Rojnameya El-Heyat behsa mijara Sûriyê kir û wiha got:”Piştî çend rojan ku Washingtonê ragihand ku ew ê 200 leşkerên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina aştiyê bihêle û ji hevalbendên xwe yên Ewropayê xwest piştgiriyê bidin vê gavê, Moskovê pêşniyar kir ku endamên polîsên leşkerî yên Rûsî li herêma tampon a li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de werin bicihkirin, ji ber tecrubeyên wê li herêmên kêmkirina şer hene. Rayedarekî ji MSD`ê bersiva pêşniyara Rûsyayê da û got pêşniyara Rûsyayê gelek dereng ma, hêzên parastina aştî yên navneteweyî ji ewlehiya herêmê yên herî guncaw in.”
Rojname bi berdewamî wiha pê de çû:”Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov teqez kir ku doza sînor a di navbera Sûriye û Tirkiyê de di lûtekeya dawîn a Soçiyê de hate nîqaşkirin.”
El-Beyan: Esed, Xamaneyî û Rûhanî li Tehranê dîtin
Rojnameya El-Beyan behsa ziyareta Esed a ji bo Îranê kir û wiha got: “Serokê Sûriyê Beşar Esed duh yekemîn car e serdana Îranê kir û hempîşeyê xwe Hesen Rûhanî û rayedarê payebilin Elî Xamaneyî dîtin.”
Iraq
Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got:” Rêveberê Itîlafa Wetenî û serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî, blokeke siyasî ya nû bi navê “El-Menber Iraqî” ragihand.”
Her wiha rojnameya El-Heyat jî behsa rewşa Iraqê kir û wiha pê de çû: “Hêzên ewlehiya Iraqê, operasyonên leşkerî li dijî bermahiyên DAIŞ`ê yên li çolistana di navbera Enbar, Selaheddîn û Nînewa dane destpêkirin.”
Tirkiyê-Misr
Têkildarî têkiliyên di navbera Misr û Tirkiyê de, rojnameya El-Ereb wiha got:”Piştî agirbesta di aliyê çapemeniyê de, careke din alozî di navbera Tirkiye û Misrê de zêde dibe.”
Yemen
Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Yemenê kir û wiha got: “Di encama kongreya ku duh li Cinêvê pêk hat de, Neteweyên Yekbûyî soz ji dewletan girt da ku ew dewlet 2.6 milyar dolar ji bo xebatên mirovî yên ji bo Yemenê bidin.”
Sûdan
Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Heyat wiha got: “Serokê Sûdanê Umer El-Beşîr helwesta xwe li dijî çalakiyên ku ev 2 meh e zêdetirîn li dijî hikumetê dewam dikin, tûj kir.”
Pakistan û Hindistan
Der barê aloziya di navbera Pakistan û Hindistan de, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Piştî ku Hindistan û Pakistanê bi xistina balafiran hev tawanbar kir, bangên navneteweyî ji bo aramiya di navbera her du welatan de zêde bûn.”
Îran
Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Îstîfakirina wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf asta saziya pasedaran derxist holê. Hate diyarkirin ku Heris El-Sewrî di destê wî de gelek dosyayên girîng ji wan xebatên dîplomatîk hene û têkildarî van dosyayan hemûyan dibe.”
Tirkiye
Têkildarî rewşa Tirkiyê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Rojeva aliyên siyasî û çapemeniyê yên Tirkiyê aloziya di navbera serokkomar Erdogan û birayên wî yên partiya AKP`ê de ye. Taybet piştî ku agahî hatin belavkirin ku dê serokê berê Abdullah Gul û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ji ber rewşa li welat ne baş e, dê blokeke din a siyasî ya nû ava bikin.”
Lûtkeya Trump û Kim Jong-un
Têkildarî lûtkeya di navbera Trump û Kim Jong-un de, rojnameya El-Ereb wiha got: “Lûtkeya duyemîn a di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li Hanoî ya Vîetnamê de, di demekê de ku danûstandin di navbera her du dewletan de di asteke pir zehmet de derbas dibûn, pêk hat. Hêvî heye ku aloziya bernameyên nukleerî û moşekan a Koreya Bakur were çareserkirin.”