Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa şerê li dijî DAIŞ`ê, çeteyên biyanî yên di destê QSD`ê de, dewriyeyên hevbeş ên Tirkiyê û Rûsyayê li Idlibê, geşedanên li Cezayîrê, hevkariya di navbera Iraq û Erebistana Siûdî de ji bo têkoşîna li dijî terorê, gengeşeyên li Yemen û Venezuelayê û hin mijarên din kir.
NAVENDA NÛÇEYAN
El-Şerq El-Ewset: agirê şer şeva DAIŞ`ê kire roj
Der barê şerê li dijî DAIŞ`ê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Sûriyê saat 8`ê şevê ye, şev reş e, tenê agirê topan û ronahiyên erebeyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tariya şevê dişikîne. Hin şervan liva çekdarên DAIŞ`ê yên 700 metreyan dûr dişopînin. DAIŞ li vê çola Sûriyê dike tune bibe”.
El-Heyat: Tirkiye û Rûsya dewriyeyên hevbeş li Idlibê digerînin
Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: “Ev çend hefte ye li herêmên bêçek yên Idlibê binpêkirin çêdibin, lê piştî çend hefteyan Tirkiyê dewriyeyên xwe li derdora Idlibê gerandin. Tirkiyê her wiha diyar kir ku Rûsya jî dê dewriyeyên xwe bigerîne da ku li herêmê agirbest çêbe. Li gorî çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, ev dewriye di encama hevpeymana Tirkiye û Rûsyayê ya li Soçiyê ya payîza sala borî de pêk hatin. Opozîsyonê her wiha got dibe balafirên Tirkiye û Rûsyayê jî li asîmanê herêmê bifirin da ku rê li pêşiya binpêkirinên rejîmê bigirin.”
El-Şerq El-Ewset: Trump biryara firehkirina erka hêzên xwe li rojhilatê Sûriyê erê kir
Rojnameya El-Şerq El-Ewset behsa hebûna Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Nameyek ku ji aliyê endamên Kongreya Amerîkayê ve derket ku Washington erkeke nû da hêzên Amerîka û Ewropayê yên ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê dê li rojhilatê Sûriyê bimînin, zêde kir. Erka wan e ku nehêlin şer di navbera hevalbendên Washingtonê yên Kurd ji aliyekî ve û Enqere ji aliyekî din ve, dernekeve.
Çavkaniyên Amerîkayê got hevdîtina di navbera serokê Desteya Erkanê ya artêşa Amerîkayê Joseph Dunford û serokê Desteya Erkanê yê Rûsyayê Valery Gerasimov roja duşemê li Viyanayê tu lihevkirin li ser xwestekên Amerîkayê ji aliyê Rûsyayê ve pêk nehat. Rûsyayê jî soz da ku hêzên rejîma Sûriyê piştî ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dawî bibe, êrîşî QSD`ê nekin.”
El-Ereb: Ewropa pişta xwe dide DAIŞ`iyên xwe
Der barê çarenûsa çeteyên biyanî yên li ba Hêzên Sûriya Demokratîk de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Gelek dewletên Ewropayê der barê çarenûsa DAIŞ`iyên ewropî de bêdengiya xwe şikand, li aliyekî Amerîka ji wan dixwaze ku welatiyên xwe vegerîne, li aliyê din dewletên mîna Brîtanya, Fransa û Almanya li çareyên din digerin da ku nehêlin ev çete vegerin.
Fransayê biryara xwe da û dixwaze ku welatiyên wê yên di nava DAIŞ`ê de li Iraqê bêne darizandin, lê dewletên mîna Almanyayê hîna di nîvê rê de ne ka wan vegerînin lê nasnameyên wan ên Almanî ji wan bikişîne.”
Iraq û Erbistana Siûdî
Der barê peymana di navbera Iraq û Siûdiyê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: “Iraq û Siûdiyê ji bo hevpeymana hevkariya ewlehî û şerê li dijî terorê hevdîtin pêk anîn.”
Rojnameya El-Ereb wiha got: “Malbata El-Nuceyfî ya li Mûsilê hewl dide desthilatdariya xwe li bajêr vegerîne, lewma mijara parastina Mûsilê, rewşa bajêr piştî şer û mijara gendeliyê, van mijaran hemûyan bi kar tîne. Ev malbat ku yek ji mezintirîn malbatên sunnî yên bajêr bû, piştî DAIŞ kete Mûsilê, bandora malbatê jî kêm bû.”
Venezuela
Geşedanên li Venezuelayê di rojeva rojnameya El-Şerq El-Ewset de bû: “Elektrîk li Venezuelayê qut bû û jiyan li gelek saziyên paytext Karakasê felc bû. Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro jî der barê mijarê de “emperyalîzma Amerîkayê” tawanbar kir.”
Rojnameyê wiha berdeam kir: “Maduro li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: “Qutbûna elektrîkê (kehrebe) di encama şerê elektrîkê de çêbû ku emperyalîzma Amerîkayê li dijî gelên me dike.”
Lîderê opozîsyonê Juan Guaido ku xwe wek serokê demkî ragihandiye, got qutbûna elektrîkê nîşana bêkêriya dagirkeran e, ew behsa Maduro dike.”
El-Ereb: Hikumeta Yemenê red dike ku danûstan berdewam bike
Der barê rewşa Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Hikumeta Yemenê red dike ku nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths ku danûstandinên bê encam bike, madem ku NY nikare lihevkirina Siwêdê pêk bîne û li ser hêzên Hûsî ferz bike.”
El-Ereb: Cezayîr xwe ji bo pêvajoya piştî Bûtiflîqa amade dike
Der barê rewşa Cezayîrê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Xwepêşandanên girseyî nîşana wê yekê bûn ku pêvajoya serokê Cezayîrê Ebdilezîz Bûtiflîqa bi dawî bû, êdî hêzên siyasî, partiya desthilatdar û artêş gihîştin wê baweriyê ku pêwîst e xwe ji bo pêvajoya piştî Bûtiflîqa amade bikin.”
Rojnameyê wiha dewam kir: “Roja înê ku îna sêyemîn ya xwepêşandanan bû, bi sed hezaran cezayirî daketin qadên paytextê û hemû bajarên din û doza çûna desthilatdariyê kirin.”
(şx)