Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkeftina li dijî DAIŞ‘ê li bargeha dawî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Rejîma Sûriyê, Iraq û Îranê civîneke sê alî ji bo nîqaşkirina êrîşên Tirkiyê yên li herêmê li dijî hevalbendên Îranê dar xistin. Li aliyekî din jî Tevgera Hemasê operasyênên xwe yên binçavkirina xwepêşandarên Xezayê berfirhe kiriye. Xwepêşandanên li Sûdanê jî derbasî meha xwe ya 4‘emîn dibe.
Serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê, daxuyaniya Trump a îtîrafa bi Colana Sûriyê wekî parçeyek ji Îsraîlê, her wiha xwepêşandanên Sûdanê û rewşa Filistînê di hefteya derbasbûyî de bûn mijara rojnameyên erebî.
Şerq El-Ewset: Washington: »DAIŞ« li Sûriyê bi dawî
Rojnameya Şerq El-Ewset di nivîseke xwe de bal kişand li ser hilweşandina DAIŞ‘ê û serkeftinên QSD‘ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, “Berdevka Koşka Spî ku agahiyên xwe ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) girtibû, duh teqez kir ku li Sûriyê hemû qadên di bin desthilatdariya rêxistina» DAIŞ« de hatin wergirtin. Bi vê yekê îşaret bi dawîbûna şerê li Baxozê ya gundewarê Dêrazorê dike.”
El-Ereb: Civîna sê alî ya serokên erkanê, rêya Tehran- Navîn e
Rojnameya El-Ereb ev tişt got: “Serok erkanên artêşên Sûriyê, Îran û Iraqê roja Duşemê li paytexa Sûriyê Şamê, name û sînyalên ji bo aliyên ku dest di dosyaya Sûriyeyê wer didin bi taybet Rûsya û Dewetên Yekbûyî gotûbêj dikin. Yek ji nameyên herî sereke ew e ku Îran tehkemûmê di biryara Serokê Sûriyê Beşar El-Esed de dike û projeya wê ya avakirina rêyeke bejahî ji Tehran heta Beyrûtê ku di Bexda û Şam re derbas dibe gihiştiye asta hevbendiyeke leşkeri, eşkere.”
Rojnameyê wiha dewam kir, “Tevlî ku civîn taybetmendiyeke leşkerî û ewlehî girêdaî pêvajoya piştî DAIŞ‘ê digire, lê psporên di karûbarên Rojhilata Navîn de dibînin ku tevgera leşkerî ya hersê aliyan helwesta ji dewletên ku dest di Sûriyeyê wer didin mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îsraîl, Rûsya û Tirkiyê wekî bersiva.”
El-Ereb: Trump bi mafan dilîze: Colan a Îsraîlê ye
Rojnameya El-Ereb, girêdayî mijareke din ev tişt anî ziman: “Serokê Amerîkayê Donald Trump ji hebûna Wezîrê Derve Mike Pempeo li Îsraîlê sûd girt da ku biryara xwe ragihand ku Colana Sûriyê ya dagirkirî wekî erdekê Îsraîlê ragihand. Trump roja pêncşemê got, dem hatiye ku Dewetên Yekbûyî “Îtîrafê bi Îsraîlê li Colanê bike.”
Rojnameyê wiha domand “Gelek kes dibînin ku gava serokê Amerîkayê tiştek ne dûr bû, nemaze piştî ku gotina ‘dagikirî” di rapora dawî Wezareta Derve ya Amerîkayê de ya derbarê Colanê de rakiribû, di heman demê de biryara Trump diyariyekî giranbuha ji bo Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Partiya Likud Benjamin Netanyahu ye yê ku bi Jeneralê berê Benny Gantz re di hilbijartinên giştî yên 9‘ê Îlona bê di pêşbirkê de ye.”
El-Heyat: Xwepêşandanên Sûdanê derbasî maha xwe ya 4‘emîn dibe
Der barê rewşa Sûdanê rojanameya El-Heyat wiha nivîsî, “. Li gorî şahidan, bi dehan xwepêşandarên Sûdanê daketin qada paytexê û sloganên “Azadî, aşîtî û edalet” berz kirin. Xwepêşandanên li djiî desthiltdariya Serok Umer El-Beşîr derbasî meha xwe ya çaremîn bû, beriya 3 mehan di 19‘ê kanûnê de ji ber bilindibûna rêya
enfalasyonê destpê kirin. paşê veguherîn xwepêşandanên li dijî El-Beşîr. Sûdanî ji beriya salan bi pirsgirêkên malî li welêt rû bi rû ne.”
El-Şerq El-Ewset: Hemas operasyonên binçavkirinê li Xezayê zêde dike û li hemerî wê şermezarkirina navdewletî heye
Têkildarî rewşa Filistînê, Rojnameya El-Şerq El-Ewset got: “Tevgera Hemas opreasyonên xweyên binçavkirinê li Xezayê berfireh kiriye, ku dixwaze bi vê yekê xwepêşdanên gel ên li dijî buhabûnê bitefîne. Di vê çarçoveyê de çekdarên ku rûyên xwe veşartibû girtin ser bi dehan malan û mizgefta Ezher jî û gelek kes di nav de Serokê Desteya Weşanê ya Radio û Televîzyona Filistînê, xwendekar û çalakvan bin çav kirin.”
El-Beyan: Hûsî dê peymana Stokholmê xirab bike
Di mijara Yemenê de, rojnameya El-Beyan got, “Pêla koçberiyê ya ji Hudeydayê destpê kir, nemaze piştî ku niyeta Hûsiyan a gûrkirina bajar û binpêkirina peyama Stokholmê eşkere bû. Weliyê parêzgeha Hudeydayê El-Hesen Tahir hişyarî da ku milîsên Hûsî plan dike ku rewşê tev li hev bike, piştî ku qewta xwe li 5 parêzan bi cih kir.”
Şerq El-Ewset: Lîsteya kesên dê ji aliyê Tirkiyê ve werin qewitandin rastî nerazîbûna Îxwan hat
Girêdayî mijara Tirkiyê jî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Lîsta navên 12 ciwanên ji Îxwan a ku Tirkiyê dê wan radestî Misrê bike, rastî hêrsa ciwanên rêxistinê hat û di navbera ciwanan û fermandarên li derveyê gelek pirsgirêk derketin.”
ANHA