Rûsya careke din ji ber sistbûna Tirkiyê di mijara Idlibê de acizbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ew û Îran dê ji qada Sûriyê derkevin. Li aliyekî din jî QSD‘ê li beramberî diyalogên bi Tirkiyê re şertê derketina ji Efrînê da pêşiya  Tirkiyê. QSD’ê Moskoyê bi astengkirina danûstandinan bi Rejîmê re sûcdar dike.

Rojnameyên Erebî di vê hefteyê de behsa pêşketinên li Sûriyê, girtina serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşrî ji aliyê artêşê ve, şerê li Lîbyayê, hilbijartinên Tirkiyê û hin mijarên din ên girêdayî Rojhilata Navîn kir.

Şerq El-Ewset: Mosko, di mijara Idlibê de peywendiyên xwe bi Enqereyê re zêde dike

Yek ji mijarên sereke yên ku vê hefteyê ketibûn rojeva rojnameyên Erebî Idlib bû. Rojnameya Şerq El-Ewset di manşeteke xwe de got: “Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Mosko û Enqera xebatên xwe yên hevbeş ji bo dawîkirina aloziya Idlibê zêde kirine. Hişyariya dewama encamên şerên Cebhet El-Nusra li dijî bargehên hikûmeta Sûriyê da.”

El-Ereb: Nêzîkbûna di navbera Enqere û Moskoyê de, dihêle ku Washington desteka ji bo Kurdên Sûriyê zêde bike

Rojnameya El-Ereb jî behsa civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de kir û got: “Serokê Rûsyayê Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Erdogan, roja duşemê civîneke girtî ku zêdetirî du saetan dewam kir, li dar xistin. Di civînê de dosyaya Sûriyê, daxwaza Tirkiyê ya lidarxistina operasyoneke leşkerî ya nû li dijî Kurdên li Rojhilatê Firatê û zextên Amerîkayê yên ji bo kirîna S400 li ser Enqereyê,  hatin nîqaşkirin.

Lê heta niha diyar nebûye ku serokê Tirkiyê dikaribû hempîşeyê xwe yê Rûsî qanî bike da ku operasyoneke leşkerî Ii dijî Kurdan li dar bixe û tawîzên ku Erdogan ji Moskovê re pêşkêş kirine, çi ne?

Li gorî çavdêran, Erdogan di rewşeke zehmet de ye. Li gorî daneyan Erdogan heta niha tu helwestên xwe diyar nekirine. Çavdêran got ger Erdogan hevkariya xwe bi Rûsyayê re dewam bike, dê li pêşberî xwe DYA`yê bibîne û di encamê de wê Tirkiye rastî zextên aborî yên zêde were. Di heman demê de dê Washington destekê bide hevkarên xwe yên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku xewna xwe ya avakirina hikumetekî xweser wekî bakurê Iraqê pêk bînin.”

Şerq El-Ewset: Hêzên Sûriya Demokratîk; beriya danûstandinan divê Tirkiye ji Efrînê derkeve

Rojnameyên erebî yên îro derbarê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir. Rojnameya Şerq El-Ewset têkildarî helwesta Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya beriya danûstandina bi Tirkiyê re, wiha nivîsî: “Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku piştî qonaxa têkbirina DAIŞ`ê du şertên wan hene ku danûstandinê bi Tirkiyê re bikin; yek ji wan ku artêşa Tirk ji Efrînê ya Bakurê Sûriyê derkeve.”

El-Heyat: Rayedarekî Kurd; Rûsyayê danûstandinên bi hikumeta Sûriyê re têk birin

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Heyat got: “Rayedarekî Kurd Bedran Çiya Kurd ragihand ku xebatên ji bo pêkanîna hevpeymaneke siyasî di navbera desthilatdariya ku Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibin û hikumeta li Şamê de xitimîne. Bedran Çiya Kurd got sedema vê yekê jî Rûsya ye ku hevalbendê serok Beşar Esed e.”

Şeriq El-Ewset: Nîbînzya: Îran û Tirkiye di dawiyê de wê ji Sûriyê derkevin

Têkildarî hebûna hêzên biyanî li Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Nûnerê Rûsî yê NY’ê Fasilî Nîbînzya teqez kir ku divê her kes zanibe, dê di dawiyê de Îran, Tirkiye û heta Rûsya jî ji Sûriyê derbikevin.”

El-Ereb: “Rakirina” El-Beşîr bidawîbûna tecrûbeyeke binkeftî ya îslama siyasî ye

Derbarê Sûdanê de, rojanameya El-Ereb wiha nivîsî: “Fermandariya Artêşa Sûdanê daxwaza bi hezaran çalakgeran bi cih anî û  Umer Hesen El-Beşîr ku 30 salan desthildarî li Sûdanê di bin hikmê îslama siyasî meşand, rakirin.”

Şerq El-Ewset: Artêş nêzîkî taxên Terablûsê dibe û li Mietîqiya depoya çekan diguherîne

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Şerê di navbera Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşya Xelîfe Hefter û hêzên girêdayî hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî ya bi serkêşiya Fayiz El-Sirac de, ji bo bidestxisina paytext Terablûsê di roja pêncemîn de dewam dike. Her wiha di encama êrîşên balafiran ên li ser balafirgeha Mietîqiya de, balafirgehek hate girtin.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsand: “Duh (Înê), gelê Cezayîrê vê carê jî li dijî serokê Meclisa Neteweyî Ebdulqadir Bîn Salih ku piştî Ebdulezîz Boteflîqa bû serok, rabûn.”

El-Ereb: Erdogan ji bo binkeftina xwe ya li Stenbolê kêm bike êrîşî şaredariyên Kurdan dike

Derbarê Tirkiyê de rojnameya El-Ereb got “Rayedarekî Kurd li Tirkiyê roja pêncşemê diyar kir ku Desteya Hilbijartinan a Tirkiyê serkeftina namzetên partiyê di erkên şaredaran de li 6 herman îbtal kir. Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan beriya vê jî biryarnameyekî, muxalifên xwe yên li herêmên Kurdan ji erêkê giştî li welat de qedexe kir.”