Milîsên Îbrahîm Kaypakkaya yên HBDH’ê li navçeya Înegol a Bûrsayê çalakî li dar xistin.
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt jî hatin gotin:
8’ê Gulanê li navçeya Înegol a Bûrsayê derdora saet 06.00’an, me febrîqeya tekstîlê ya li Herêma Organîze Sanayiyê da ber agir. Di encama şewatê de zirareke mezin li febrîqeyê çêbû.
Ev çalakiya me weke bersiva li hemberî tevgera leşkerî yên li dijî gerîlayên azadiyê pêkhat.
Li dijî êrişên înkar û îmhayê, hemû yekîneyên me û gelê me wê înîsiyatîfê bigirin û li dijî navendên dijmin bikevin tevgerê.
Roj, roja şikandina tecrîdê, mîsogerkirina azadiya Rêber Apo û roja paqijkirina dagirkeran a ji Kurdistanê ye.