Milîsên Zafer Aydin ên HBDH’ê ragihandin ku wan di çarçoveya seferberiya çalakiyên li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên li Tirkiye û Kurdistanê de, febrîqeyeke polîsan kirine hedef.
HBDH got; Li Mêrsîn/Erdemliyê febrîqeya ku hate tespîtkirin ya polîsan e, bû armanca milîsên me.
Şeva 7’ê Gulanê milîsên Zafer Aydin bi molotofan çalakî kirin û ketin febrîqeyê ya sereke, bi temamî şewitî.
Piştî çalakiyê milîsên me bi rengekî serketî vekişîn qadên xwe.
HBDH’ê diyar kir ku her tiştê sudê dide ekonomiya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst-qirker, di hedefa wan de ye û ev hişyarî hate kirin:
Hevkarên vê rejîma faşîst û cihên ku tevkariyê li ekonomiya şer dikin, di hedefê me de ne û ew ne di ewlehiyê de ne.
Dewleta Tirk a qirker-faşîst çavkaniyên ekonomiya gel, li çiyan, bajaran û zindanan li dijî Gerîla û şoreşgerên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bi kar tîne.
Her tiştê ku ji ekonomiya vê dewleta faşîst-qirker re bi feyde be, wê ji agirê tolhildana milîsên me rizgar nebe.