Komîteya Meteryalan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha ji 4 milyon 882 hezar pirtûk, milyonek û 900 hezar pirtûk çapkirin. Pirtûk ji 3 pêvajoyên xwendinê re ne. Her wiha hin guhartinên guncaw di meteryalan de çêbûne û pirtûka waneya Jineolojiyê li meteryalên amadeyi zêde bûye.
Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 28’ê Tebaxê bi daxuyaniyekî diyar kir ku dê hemû astên dibistanan di 15’ê Îlona 2019’an de destpê bikin.
Ji nav amadekariyên sala nû ya xwendinê, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê milyonek û 900 hezar pirtûk çap kir. Di plana desteyê de çapkirina 4 milyon û 882 hezar pirtûk heye. Pirtûk wê ji hersê astên dibistanan re werin dayîn.
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’ê Gulana borî de ji ajansa me re ragihand ku dê deste 4 milyon û 882 hezar pirtûk ji sê merheleyên xwendinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çap bike. Milyonek û 964 hezar pirtûkên zimanê Kurdî, 2 milyon û 903 pirtûkên zimanê Erebî û 10 hezar û 500 pirtûkên zimanê Suryanî yên asta seretayî re dê bên çapkirin. Ji asta navîn re dê 583 hezar pirtûkên zimanê Kurdî, 605 hezar pirtûk ji zimanê Erebî re, 4 hezar û 500 pirtûkên zimanê Suryanî bên çapkirin. Ji bo asta amadehî dê 312 hezar pirtûkên zimanê Kurdî û 247 hezar pirtûkên zimanê Erebî bên çapkirin.
Li gor Komîteya Amadekirina Minhacan û Çapê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê miylonek û 100 hezar pirtûk ji Herêma Cizîrê re, 250 hezar pirtûk ji Herêma Firatê re û 500 hezar pirtûk ji herêmên Şehbayê re hatin şandin. Belavkirin berdewam e.
Dê Komîteya Amadekirina Minhacan û Çapê beriya destpêkirina dewamê xwendinê di 15’ê Îlonê de çapkirinê bi dawî bike.
Çewtiyên sala borî hatin sererastkirin
Di sala xwendinê ya 2018-2019’an a borî de, hin çewtiyên ziman di meteryalan de derketin. Ev çewtî jî rastî rexneyan hatin. Di heman demê de Desteya Perwerdê û Firkirinê soza sererastkirinê da. Di vî warî de hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî derbarê çewtiyên di pirtûkan de derketine wiha got: “Saziya meteryalan, çewtiyên bere ku di pirtûkan de hatine kirin, sererast kirin.”
Madeya Jineolojî ket nava meteryalên asta amadehî
Derheqê hin guhartinên ku di meteryalên îsal 2019-2020’an de hatine kirin, Semîra Hac Elî got: “Guhartinên sereke yên îsal ew in ku amadekirina meteryalan ji refa 2 ya amadehî ya beşên wêjeyî û zanistî û xistina madeya jinelojiyê weke madeya sereke di merheyala amadehî de bûn.”
Niha pirtûk beş beş li komîteyên perwerdê tên belavkirin da ku ew jî li dibistanan belav bikin.
Pergala xwendinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor metodên neteweya demokratîk û pêkhateyên heyî ne. Her wiha zimanê xwendinê; Kurdî, Erebî û Suryanî ne. Ev pêngav a yekemîn li Sûriyê ye. Ji lew re tevahî kadroyên perwerdê di dewreyên hevîn ên giran re derbas bûn da ku rewşa perwerdê û fêrkirinê li herêmê pêş bikeve.