Pergalên zilmê û xwedayên mirinê biryar dane li ser vê xakê tiştekî bi navê jiyanê nehêlin. Ji bo xeyalên xwe yên di filmên Hollwoodê de bi cih bînin, welatek li gel hemû hebûnên wê yên madî û manewî, wêran kirine. Di nava wêraniyên van bajaran de hêrs û kîna mirov a li dijî vê pergala desthilatdar a bi mêjiyê mêr xwe hûnandiye, zêde û zêdetir dibe. Dema mirov dibîne, jiyanî kirasê jiyanê ji xwe kiriye.
Mirov li vê herêmê û di nava şerê van xwedayan de divê bibe jin yan jî zarokek da ku fêm bike ka çi bi serê mirovatiyê hatiye. Hêja ye di serdemeke wiha de mirov bizane her zarokek çawa temaşeyî van lîstikên qirêj ên mezinan dike. Çawa jê dilgîr e, û qet û qet vê manedar nake. Ev zarok dibe ji her neteweyê be, bi çi zimanî jî diaxive ne girîng e. Li kîjan gund û bajarî yan jî li kîjan welatî dijî ne xem e, hestên wan gelekî dişibin hevdû. Û jin li vê herêmê çawa dijî, gelo me çend kesan ev pirs ji xwe kiriye û em li pey bersiva wê geriyane. Dema li van bajarên wêran li nav çavê mirovan temaşe dikim, her tim ew pirsa mezin a Rêber Apo bi hezarê caran tê bîra min: Divê mirov çawa bijî, yan jî em ê çawa bijîn?
Di kolanên van bajaran de her sibeha zû ku kes ji xewê şiyar nebûye, min dît dayikên ku cilên reş li xwe kirine, qehweya xwe danîne ber xwe û tefaleya çixareyê tije li ber wan û hê jî bi lez û bez yeke din xistine nava tiliyên xwe û dikişînin. Mirov di dûkela çixareyê de rûyên tije gotin nabîne û naxwîne, ev welat jî wer anîne serê wî, mij û xumar… Qet kesî pirsiye ji xwe, ka bê çima li Rojhilata Navîn wer li jinê hatiye, em dema ji kolanan bihurîne, me li wan guhdarî kiriye gelo? Ji bo wê ye, jiyan bê bersiv maye li herêma me. Ji bo wê, Rêber Apo pirsa em çawa bijîn bi jinê da destpêkirin.
Û ez ê ji we re behsa zarokên vî welatî bikim ku di nava xirbeyan de henekê xwe bi lîstokên mezinan dikin û ji rika zilmê hilke hilka wan serê sibê dikeniyan. Çi bû lawo, çi bû keçê, we xêre serê vê sibehê hûn wer dikenin, we çi dîtiye?! Bersivên wan di berîka wan de ye û min nedizanî. Te digot qey bi salan e ku li benda pirseke wiha ne ku derdê xwe vebêjin: ‘Em niha dikenin, lê wextekê em digiriyan bi tiştên me dîtî. Em ê li gor kêfa dilê zaliman nebin, ji bo wê êdî em ê bikenin!
Dengê zarokekê û li pey re dengê bi hezaran û bi milyonan zarokan li ber guhê min. Her yek behsa tiştekî dike û dibêjin û dibêjin…
‘Min dît bi van çavê xwe mûşekek reş ji hewa ket xarê û li landika xwîşka min a 9 mehî ket û xwîna wê pijiqî nav çavê min. Min dît lingê dayika min li ser mayînê bi cih ma û cîranan bi lez ew bê ling rakirin û bi xwe re birin. Ez li pey beziyam ji bo bizanim ka bê çi hatiye serê diya min. Li ser şopa xwîna wê beziyam û beziyam, bêhna barûtê û xwîna dayika min giran bû, li ser hişê xwe çûm û di nîvê rê de ketim. Dema min çavê xwe vekir, dayika min nebû êdî. Min dît dibistana me di nava agirekî mezin de şewitî û pirtûkên min jî pê re. Min dît bavê min li pêş çavê min di nava kolanê de ket û ruh lê kişiya. Min gelekî gazî kir lê nizanim çima bersiva min neda. Min dît bajarê me digiriya ji vê zilmê û pê re îske îsk bi min jî ket. Em diçûn û me xatir jê nedixwest, ji bo wê wer digiriya. Min ti caran newêrî careke din vegerim û jê re bibêjim negirî bajarê min ê bedew, em ê dîsa vegerin. Heta em gihiştin welatekî din, sînorekî din, hêj bajarê me xuya dikir, min digot qey, ew jî bi me re dimeşe û tê. Me ew bi xwe re nebir, bi cih ma bajarê me, wenda bû, wek dayika min, deng jê nehat wek bavê min û di nava barûta reş de ma, wek xwîşka min a sava.
Dîsa bibêjim gelo ka bê min çi dît û çi nedît. Wê bi gotinan xilas nebe çîrokên me zarokên Rojhilatî. Zarokên mexdûrên şer û dagirkeriyê. Ez zarokeke ji Helebê me, min dît çeteyan serê mirovan li meydanan jê kir û dîsa vegeriyam ji bo xatirê wan mirovan li vî bajarî dijîm. Ez zarokeke Şengalî me, min dît zarokên hevalên min di nîvê rê de serê xwe danîn ser keviran û qet êdî ranebûn û me ew ji xewê şiyar nekirin, li şûn me man. Ez zarokeke ji Kerkûkê me, min dît cilên zer li mirov û cîranên me kirin û di qefesên hesinî de li meydana bajêr di agir de şewitîn û şewitîn… Ez zarokeke ji Efrînê me, min dît darên zeytûnê yên di hewşa me de digiriyan ji vê zilmê ji vê dagirkerî û bê edaletiyê. Em zarokên welatê roj û agir in, ne roj li welatê me diçe ava, ne agirgehên pîroz vedimirin. Em ê dîsa vegerînin wan xeyalên nîvcomayî, em ê navekî din li vê jiyanê bikin, wê wisa neçe serî. We zanî çîroka me, ji bo wê em vê serê sibê wisa dikenin û dikenin. Em zarok in, em ê bi kenê xwe welatê xwe azad û ava bikin. Pîra min digot her darek li ser koka xwe şîn dibe!´ Min jî dît kenê wan çawa jiyanê jinûve ava dike li vî welatî…
GELAWÊJ EWRÎN