Midûrtiya Hewayiya Sivîl a Misrê ragihand wan daxwaza derbasbûna nav qada hewayî ya Misrê ya ji hêla Qatarê ve qebûl kirine.
Bi vê biryarê de EgyptAîr û Qatar Aîrways wê bikaribin di navbeyna du welatan de biçin û bên.
Hezîrana 2017’an Siûdî û hevalbendên wê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Misrê danûstandinên xwe bi Qatarê re birîbûn. Van çar welatan Qatar tawanbar kiribûn ku pir nêzî Îranê ye û destekê dide Birayên Misilman. Têkiliyên navbeyna Tirkiyê û Qatarê jî yek ji wan sedeman bû ku di navbeyna welatên navborî û Qatarê de gelemşe derkevin.
Heftiya bihurî Konseya Hevkariya Kendavê komî ser hev bûbû û li hev kiribûn.
Siûdî piştî 3 caran cara pêşî Duşema bihurî hiştibû ku balafir biçine Qatarê.