Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ê di mîtînga Strasboûrgê de axivî got: “Sala 2020’ê ji bo me saleke stratejîk e.” KJK’ê jî got: “Em ê her qadê ji bo azadiya Rêbertiya xwe veguherînin qada têkoşînê.”

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina salvegera Komploya Naveteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê kom bûn.

Di meş û mîtîngê de komplo û tecrîd hate protestokirin.

Li ser navê CDK-F Feyziye Erdemîrcî û Lokman Konar daxuyanî dan.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û peyama KJK’ê jî ji aliyê Jûlîe Ward ve hate xwendin. Li ser navê qonaxa sêyan a meşa dirêj û Rêveberiya Rojava sê kes, dayika Hevrîn Xelef, li ser navê Meclîsa Siyane Jine Ezdiya, li ser navê KCDK-E Fatoş Goksûngur û Yuksel Koç, li ser navê FEDA jî Şehit Polat û li ser navê TEV-ÇAND, KCDK-E û TJK-E’yê jî axaftin hatin kirin.

KARTAL: RÊBER APO KURDISTAN RAKIR SER PIYAN

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di mîtîngê de axivî û got: “Rêber Apo tevî 21 sal in li Grava Îmraliyê tevî êşkence û tecrîdê berxwedaneke mezin dike. Em qet komplogeran ji bîr nakin, efû nakin. Gelê me çawa heta niha li dijî komployê li ber xwe da, niha jî berxwedan xwe didomîne.

‘EM Ê TÊKOŞÎNA SIYASÎ, HIQÛQÎ Û DÎPLOMASÎ MEZIN BIKIN’

Biryara Dadgeha Belçîka ya li ser PKK’ê li holê ye. Divê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di sala 2020’ê de têkoşîna xwe ya siyasî, hiqûqî û dîplomasî bihêz bike. Sala 2020’ê ji bo me saleke stratejîk e. Ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Apo û statûya Kurdistanê wê bibe salake ya mezinkirina têkoşînê û encamgirtinê.

Di dewama mîtîngê de peyama KJK’ê ya ji bo çalakvanên meşa dirêj şandibû hate xwendin û KJK’ê di peyama xwe de bal kişandibû ser gelek xisûsan û got: “Em ê her qadê ji bo azadiya Rêbertiya xwe veguherînin qada têkoşînê.”

Di mîtîngê de hunermendên bi navê Zarîfe, Dîlan, Ozan Şemdîn, Xemgîn Bîrhat, Îdrîs Bagog, Ozan Rêber, Amele, Ozan Emekçî, Kawa, Urmiye, Bengî Agirî, Mehmedê Hezexî, Rojhilat Cemal, Zahir Loran, Ozan Cevat derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.