Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku di talankeriya qeyûm de ji wezîfeyê hate dûrxistin, diyar kir ku yên ji bo tinekirina Kurdan ketine nava tarîtiya Rojhilata Navîn wê bi xwe tine bibin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli beriya bê girtin ji ANF’ê re talankeriya qeyûm û dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandibû. Mizrakli diyar kir ku dema ew li bûyerên diqewimin temaşe dikin dibînin ku pêvajoyeke binpêkirina mafên mirovan, binpêkirina demokrasiyê û azadiyê û binpêkirina hiqûqa mirovan dimeşe.
Mizrakli anî ziman ku meclîsa nayê xebitandin, hiqûqa bê bandor û qebûlnekirina encamên hilbijartinê nîşan didin ku rejîma şexsekî bi çi rengî dixebite û der barê vê pêvajoyê ku ji hilbijartinên 31’ê Adarê dest pê kir heta 19’ê Tebaxê dom kir got, „Mirov di vê pêvajoyê de dibînin ku nirxên hiqûqê û pîvanên demokrasiyê ji nedîtî ve tên. Em di demeke welê de ne ku hukmên amîr ên destûra bingehîn a heyî jî ji nedîtî ve tên.“
Mizrakli destnîşan kir ku tevî van hemûyan, Tirkiye di nava tarîtiya Rojhilata Navîn de xistine nava tuneleke bêdawî û diyar kir, ku ev tunel çalereşeke ku dikare her tiştên dikevin nav daqurtîne. Mizrakli got, “Yên ku hewl dane bi taybetî Kurdan daqurtînin di vê tunelê de bi xwe tên daqurtandin.”
Mizrakli diyar kir ku desthilatdarî hem li hundir hem jî li derveyî welat siyaseta ‘bila Kurd aram nebe’ dimeşîne û ji bo vê jî bi her rê û rêbazê tevdigere. Mizrakli her wiha CHP rexne kir ku destûrnameya şer pejirand.
Mizrakli destnîşan kir ku bi avakirina tifaqa aştî û demokrasiyê dikarin ji vê rewşê rizgar bibin û got, “Ya wê bi sîstemeke ji aştiya Kurd û Tirkan ji bo paşerojê biafire, ya jî heta ku Tirkiye bi Kurdan re li hev neke wê bi tenê bimîne û bikeve nava xizaniyê. Tevî vê yekê ev zîhniyeta qedexekar wê welêt veguherîne rejîmeke zordar.”