Partiya Maoîst Komunîst: “Divê her qada jiyanê bibe qadeke 1’ê Gulanê. Bi çalakiyên cihê divê 1’ê Gulanê bibe roja têkoşînê.”
Partiya Maoîst Komunîst derbarê 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşîna Kedkaran îro daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Dewleta Tirk a ku parçeyekî pergala emperyalîst a dinyayê ye, bûye parçeyekî vê krîzê, pandemiyê ji xwe re dike firsend û dixwaze krîzan derbas bike. Bi pandemiyê re rojeva wan a sereke bûye rizgarkirina sermayeya wan. Bac û fonên ji karkeran stendine dane sermayeyê û ji karkeran jî dibêjin zêdetir bixebitin û hilberînê nedin sekinandin. Dîktatoriya faşîst ketiye nav krîzeke ekonomîk û siyasî. Ji bo ku li Sûriye, Lîbya, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê şerê xwe bidomîne pêdiviya wê bi sermayeyê heye.
Di 1’ê Gulanê de divê çalakiyên cihê yên wekî belavok, pankart, bernameyên di tv û radyoyan de, girtin û vekirina ampûlan, slogan û stranên ji balkonan, maskeyên 1’ê Gulanê, çalakiyên çekdar û sivîl werin lidarxistin û divê li kolanan agir were vêxistin.
Qadên jiyanê yên ku bi pandemiyê hatine tengkirin divê ruhê berxwedan û têkoşînê teng neke û divê her qada jiyanê bibe qada 1’ê Gulanê.”