MLKP/Kurdistan Newroz pîroz kir, ji bo ku tecrîd bi dawî bie û zilma dewleta Tirk biqede bang kir ku agirê Newrozê were pêxistin.
MLKP/Kurdistanê peyama pîrozbahiyê ji bo Newrozê weşand.
MLKP/Kurdistanê şehîdên Newrozê bi bîr anî, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûna pîroz kir û got, ”Ji bo ku em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin, bi rêberiya agirê Newrozê, em vîna xwe ya şoreşa yekbûyî mezin dikin, li çar aliyên cîhanê, kuçeyan û meydanan tije dikin.”
Di peyamê de wiha hate gotin:
”Van rojan ku dîroka rûmetê û têkoşîna azadiyê tê nivîsîn, li dijî zilma tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan, ji bo serfiraziya berxwedana mezin a grevê birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven;
Ji bo ku êrîşên dîktatoriya Erdogan ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê werin pûçkirin, ji bo ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pergala zilmê were hilweşandin;
Ji bo ku jin, ciwan, derdorên civakî yên çewisandî ji zilma dewletên emperyalîst-kapîtalîst werin rizgarkirin; agirên Newrozê bila rêya me ronî bike!”