Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Şaxê Rojava, bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

MLKP/Rojava bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê bi desteka dewleta Tirk Îlona 2014’an êrîşa dagirkeriyê bi ser Kobanê û got, “Bi wê êrîşê re xwestin pêşî li Şoreşa Rojava û mafê neteweya Kurd a diyarkirina çarenûsa xwe bigire. Xwestin gelên Ereb, Asûrî-Suryanî, Ermenî û Tirkmen ji nû ve bixin bin zilm û desthilatdariya xwe. Xwestin jina li bazarên koleyan bifiroşin.”

Di daxuyaniyê de gotina “Kobanê li ber ketinê ye” ya Erdogan ahte bibîrxistin û hate gotin, “Bi berxwedaneke canfedayî, hewesa wan di ber wan de ma. Kobanê xwe ji nava xweliyên xwe ji nû ve afirand. Bi jin, ciwan û extiyarên xwe; bi Kurd û enternasyonalên xwe çeper bi çeper, kolan bi kolan li ber xwe da. Li ber her şêweyên zordariyê rabû û 134 rojan destan nivîsî.

Kobanê bû cihê hevkariya berxwedana xurt a gelên cîhanê û bindestan. Berxwedana Kobanê ya destanî kir ku hemû antî faşîst, şoreşger û komunîstên li cîhanê li dora wê bicivin.”

MLKP/Rojava got, “Destana Kobanê berhema şehîdan e” û şervanên tevlî karwanê nemiran bû bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku partiya wan bûye parçeyekî vê berxwedana mezin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk dest ji dijminatiya li Kurdan û xeyalên xwe yên mêtingeriyê bernedaye û hate gotin, “Îro, di Roja Kobanê ya Cîhanê de Erdogan û çeteyên wî êrîşî şoreşa Rojava dike. Bi polîtîkayên xwe yên li dijî mirovahiyê, azadiyê û dijminatiya li jinê, dixwazin şoreşa me bifetisînin. Lewma li dijî êrîşên mêtingeriya faşîst, wezîfeya me ye ku em bi ruhê Roja Kobanê ya Cîhanê dakevin qadan û ala têkoşîna hevgirtî ya li dijî faşîzmê bilind bikin.”

MLKP/Rojava destnîşan kir ku wê di her şert û mercî de şoreşa Rojava biparêzin û got, “Mirovên azad ên şoreşê, wê destên mêtingeriyê yên dirêjî nirxên mirovahiyê yên hatine afirandin bibin, bişkînin. Faşîzm wê têk biçe, gelên berxwedêr wê bi ser bikevin.”