MLPD’ê ragihand, bi fermandarê PKK’ê Abdûlrahman Hamo (Dozdar Hamo) re demekê li eniya enteransyonal bi hev re xebitîne û diyar kir ku şehadeta Hamo ji bo şoreşgeran hemûyan windahiyeke mezin e.
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê çend roj berê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku yek ji fermandar û kadroyên milîtan ê pêşeng ê PKK’ê Abdûlrahman Hamo (Dozdar Hamo) Mijdara 2019’an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.
Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê (MLPD) li ser şehadeta Hamo daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ya bi sernavê “Ji bo bîranîna şoreşgerê Kurd û enternasyonalîstê mezin Dozdar Hamo” hate weşandin, qala jiyan û têkoşîna Hamo yê PKK’î hate kirin û hate gotin, “Em gelekî li ber şehadeta hevrêyê û hevalê xwe yê têkoşînê ketin.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku heyeta Koordînasyona Enternasyonal a ji Rêxistin û Partiyên Şoreşger (ICOR) ku nûnerên MLPD’ê jî di nav de ne, gelek caran bi Dozdar Hamo re hevdîtin kiribû û hate gotin, “Ji sala 2014’an ve ji bo karê hevpar bikin gelek caran me pê re hevdîtin kir. Piştevaniya navneteweyî ya şoreşgerên enternasyonal gelekî girîng didît û ji ber vê yekê têkiliyeke wî ya xurt a bi me re hebû.”
‘ALÎGIRÊ TÊKOŞÎNA ENTERNASYONALÎST BÛ’
Di daxuyaniyê de nirxandina yek ji rêveberên MLPD’ê Gabî Fechtner a li ser Dozdar Hamo hate bibîrxistin. Fechtner bi bîr xist ku Hamo di wê baweriyê de bû ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan wê bi piştgirî û alîkariya şoreşgerên enternasyonalîst bi ser bikeve û got, “Di nîqaşên me de timî qala xwerêveberiya demokratîk dikir. Diyar dikir ku ev rêveberî parçeyek ji şoreşa sosyalîst e. Şehadeta Dozdar Hamo ne tenê ji bo tevgera azadiyê ya Kurd, di heman demê de ji bo têkoşîna azadiyê ya şoreşgerên enternasyonalîst jî windahiyeke mezin e. Em ê bi bidawîkirina pergala mêtingeriyê dilsoziya xwe ya bi têkoşîn û bîranîna wî re nîşan bidin. Bila serê malbata wî, hevrêyên wî, gelê Kurd û şoreşgeran hemûyan sax be.”