Piştî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’, rewşenbîr û saziyên çapemeniya Misir û Sûriyê axivîn û diyar kirin ku divê her kes ji bo azadiya Abdulah Ocalan bi hemû hêza xwe kar bikin.
Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê Fîras Qesas, pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi sernavê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” weke mînak nîşan da û got:
Abdulah Ocalan, di rizgariya Kurdan de, rizgariya hemû civakan esas digire. Ew yekem kesayeteke ku konfederalizma demokratîk di dîrokê de ava kiriye. Hebûna Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû civakên Ereb, Fars û Tirk girîng e û xwedî rol e. Divê em teva ji bo azadiya wî têkoşînê bikin.
Şêwirmendê Wezîrê Geşepêdanê yê Misirê yê berê Sebrî El-Cundî jî got;Ez bextewarim ku beşdarî pêngava navdewletî bûme. Armanca vê pangavê jî azadkirina Abdullah Ocalan e. 24 sal in li zindanê doza azadiyê dike. Em jî pê re daxwaza azadiyê dikin, lê derfetên me zêde hene û divê em dozê li qada navneteweyî xurt bikin.
Çalakvanê Siyasî yê Sûriyê Aysar El Welî jî got:
Li hemberî ku şerekî dijwar li Sûrî heye jî, ez ê heta dawiyê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan û azadiya gelê kurd têkoşînê bikim. Gelê Kurd, li Rojhilata Navîn xwedî şêniyek mezin e û hatiye parçekirin, ev neheqiyek mezin e. Ev neheqiya mezin di kesayeta Rêber Abdulah Ocalan de dewam dike. Divê Ocalan demildest were azadkirin.