MOP’ê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Garê da.
Partiya Azadî ya Mezopotamyayê (MOP) têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk q airker heman polîtîkaya qirkirinê/Seyfo ya 1915’an a li dijî neteweya Xiristiyan, îro di şexsê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de li dijî gelê Kurd, civakên Elewî û Êzidiyan li her qadê dimeşîne.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişa li ser Garê êrişek li dijî gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî ye û wiha dewam kir, “Her çend ev êrişa dagirkeriyê ji aliyê dewleta Tirk qirker tê kirin jî, hin Kurdên hevkar hene ku zemînê pêşkêşî vê êrişê dikin… Em vê zîhniyeta ku zerarê dide gelê xwe û gelan şermezar dikin. Ya ku li gelê Kurd û hemû beşên siyasî tê ew e ku li dijî êrişa dagirkeriyê bi hişmendiya yekîtiya demokratîk a neteweyî tevbigerin.
Bi navê MOP’ê em diyar dikin ku li dijî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê ne, em bi Gerîlayên Şoreşger re ne ku ji bo yekîtiya demokratîk a gelan şer dikin.
Têkoşîna gelan a li dijî dewleta Tirk a qirker û têkoşîna li dijî hêzên noker ên Kurd wê li her qadê bi ser bikeve.
Bi navê MOP’ê em bang li gelê xwe yê Asûrî/Suryanî/Keldanî dikin ku li dijî dewleta Tirk a qirker ku xwediyê zîhniyeta qirker/Seyfo ya 1915’an e, li dijî hevkarên wan ên Kurd têbikoşin.
Banga me li raya giştî ya Kurd ew e ku li ber dewleta Tirk a qirker rabe ku zilmeke mezin li mirovahiyê dike.”