MOP’ê komkujiya Smeleyê şermezar kir û got, “Ev komkujî bû sedem ku gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî ku xwediyê şaristaniya Mezopotamyayê ye, li welatê Iraqê ji aliyê siyasî, civakî, çandî, cografîk û zanistî ve ber bi çîna herî jêrîn ve bê dehfdan.”

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) daxuyaniyeke nivîsî weşand û Komkujiya Smele ya 1933’an şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat egotin, “Yek ji êşên xelkê Asûrî/Suryanî/Keldanî ku ji sedsala 17’an û vir ve dikişîne, komkujiya Smele ye. Hegemonya Îngiliz dema ku dewleta Iraqê ava dikir, dema ku li ser çavkaniyên petrolê yên Mûsil û Kerkûkê sîstema pêlîstok a mêtingeriya Iraqê ava dikir, gelê qedîm ê Mezopotamyayê Asûrî/Suryanî/Keldanî li welatê xwe xiste nava zilmê. Dewleta Iraqê bi xwe ve girê da, xelkên Ereb û Kurd di nava statuya xwe de bi xwe ve girê da, gelê me li derveyî statuyê hişt û bingeh ji komkujiya Smeleyê re amade kir.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Ev komkujî bû kiryara destpêkê ya dewleta Iraqê. Hêzên Iraqê, hevkarên wê yên Ereb û Kurd ên wê demê bi hev re komkujî kirin. Ev komkujî bû sedem ku gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî ku xwediyê şaristaniya Mezopotamyayê ye, li welatê Iraqê ji aliyê siyasî, civakî, çandî, cografîk û zanistî ve ber bi çîna herî jêrîn ve bê dehfdan û pirsgirêka neteweyî bê fetisandin. Di vir de tifaqeke sê alî heye ku xwe dispêre serweriyê; hegemonya Îngiliz, dewleta Iraqê û hevkarên wê yên Kurd û Ereb. Di vir de ne tenê neteweyek dihate îmhakirin, di heman demê de şaristaniyeke 7000 salî dihate îmhakirin ku ji Sumeran dest pe kir û heta Asûrî/Suryanî/Keldaniyan dewam kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li dewletên cîhanê û dewleta Iraqê hate kirin ku ‘Komkujiya Smele ya 1933’an qebûl bikin. Bang li gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî jî hate kirin ku xwedî li van rojên dîrokî derkeve, li qada siyasî ya cîhanê di rojevê de bihêle û ji bo berpirsyarên komkujiyê hesab bidin têbikoşin.