MRAP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew destekê didin meşa azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku îro li Parîsê wê pêk were.

Tevgera Pişevaniya Nav Gelan û Dijberê Nîjatperestiyê (MRAP) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew destekê didin meşa azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku meş îro li paytexta Fransayê Parîsê wê were kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1999’an ve êsîr e û van 10 salên dawî tecrîda giran li ser hatiye danîn û van 10 salên dawî tenê carekê bi malbat û parêzerên xwe re hevd dîtiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev rûdan li dijî peymanên navnetewî ye, li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê bi deh hezaran girtî li dijî vê ketine grêva birçîbûnê û hate gotin, ”Piştî şerê ji 30 salî zêdetir, 21’ê Adara 2013’an pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirni û 28’ê Sibata 2015’an peymana Dolmabahçayê jê derketiye. Lê Erdogan dawî li muzakereyên heyî aniye, li dijî gelê Kurd û çi kesê alîgirê çareseriya siyasî ye şerekî giran daye destpêkirin.

Bajarên Kurd hatin rûxandin, bi hezaran sivîl hatin qetilkirin. 17 şaredar û gelek hilbijartî, bi hezaran aktivîstên siyasî yên Kurd hatin girtin. 25 şaredar ji peywirê hatin girtin, li şûna wan, weke waliyên ku dema rejîma Vîchy li Fransayê anîn şaredariyan, hikûmetê rêveber li şûna şaredaran danîn. Di nav wan kesan de ku hatine girtin Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdah jî hene.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şerê dewleta Tirk ê dijî Kurd tenê bi Bakur re sînordar nemaye û bi berdewamî hate gotin, ”’Ji hêla artêşekê ve ku ji leşkerên kirêkirî yên cîhadî pêk hatine, Erdogan beşek ji Rojava, nexasim Efrîn dagir kir. Êrîş anî ser, bi hezaran sivîl qetil kir û xwe di ber paqijiya etnîk re kir. Berevajî tawanbarkirinên Erdogan Ocalan ne ji bo ku Kurdistanê ji Tirkiyê veqetîne, di ‘Nexşerêyê’ de ku Ocalan Nîsana 2015ân danî holê, banga konfederalîzma demokratîk dike ku hurmetê dide mafê siyasî û çandî yê gelê Kurd.

MRAP dubare dike heta ku hurmeta meşrû ji bo mafên gelê Kurd neyê nîşandan û çareyeke siyasî çênebe li Tirkiyê wê aştî û demokrasî nebe, ev jî bi wê pêk tê ku hikûmeta Tirk û nûnerên gelê Kurd dest bi muzakereyan bikin. Ji bo muzakere giraniya xwe hebe divê Ocalan were berdan! Berdana Ocalan ne tenê banga dadê ye, her wiha ji bo aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyê banga pêş ve çûyinê ye.

MRAP, destekê dide meşa ji Abdullah Ocalan re azadî ku 13’ê Sibatê saet 13.00’ê li Parîsê wê were kirin.”