Ev çend roj e li Sûriyeyê gel bi xwepêşandanên li dijî rejîma Sûriyeyê û rêveberiya navendî ya ku ev zêdetirî 50 sale li ser kar e li qadan e.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî rûdanên dawîn ên li bajarên Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“MSD bi baldarî pêşdeçûnên meydanî yên li bajarên Sûriyeyê û hêrsa civaka Sûriyeyê ya ji ber rewşa debarê, aborî û tunebûna îstîqrarê dişopîne. Civaka Sûriyeyê êşf şerê ja welat parçe kir û zêdetirî nîvê gel koçber kir, dikişîne. Lê desthilatdarên li Şamê li hember vê rewşa xeternak aciz in û tu çare nedîtin.
MSD’ê ji kesên tevgerên li Heleb, bajarên berava Sûriyeyê, Siwêda û Dera li dar dixin, xwest ku nekevin xefka nakokiyên desthilat û saziyên wê yên ewlehiyê û nekevin xefka planên dewleta Tirk û alavên wê yên îxwanî.
MSD’ê got:
‘Ev xwepêşandanên aştiyane rêya rast a ber bi armanca guhartinê û demokrasiyê ve ne, banga me ji bo tevahî sûriyeyiyan e ku piştgiriyê bidin çalakiyan.”