MŞD’ê diyar kir ku hikumeta Iraqê Erebên li derdora Şengalê yên alîkarî dabûn DAÎŞ’ê doh şandine herêmê û sînorê navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî girtiye. MŞD’ê ji hikumeta Iraqê xwest, li ser sozên ku daye Êzidiyan bisekine.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), li ser hewldanên xetere yên hikumeta Iraqê yên li herêma Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MŞD’ê diyar kir ku bi biryara hikumeta Iraqê, Erebên li derdora Şengalê yên ku dema komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an alîkarî dabûn DAÎŞ’ê, bi parastina artêşa Iraqê doh vegeriyane malên xwe yên li Şengalê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Iraqê sînorê navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê jî girtiye û hate gotin, “Ew derî ji bo civaka Êzidî gelekî girîng e. Gelê me 4 sal in penaber e. Li wî derî nexweşên xwe dibe nexweşxaneyên li Rojava. Alîkariya însanî 4 sal in di wî derî de digihêje civaka me ya li Şengalê ku ji aliyê Kantona Cizîrê ve tê şandin.”

MŞD’ê destnîşan kir ku ev vê helwesta hikumeta Iraqê û êrîşa çeteyên PDK-AKP’ê ya 2’ê Adara 2017’an a li Xanesorê ji hev cuda nabînin û wiha dewam kir: “Hedef êrîşa 2’ê Adara 2017’an lawazkirina îradeya civaka Êzidî, tasfiyekirina sazî û dezgehên me yên li Şengalê bû. Xwestin xweseriyê têk bibin û korîdora navbera Rojava û Şengalê bigirin. Ya ku niha tê kirin jî ev e.”

MŞD’ê civîna 19’ê Cotmeha 2016’an a li Parlamenta Ewropayê bi bîr xist ku nûnerên hikumeta Iraqê jî lê bûn û ev bang li hikumeta Iraqê kir, “MŞD, pêkhateyên deşta Nînovayê; Suryanî, Qildanî, Asûrî, Tirkmen li parlamenta Ewropayê Deklarasyona Xweseriya Demokratîk a Deşta Nînovayê bi hev re îmze kirin. Hûn jî rabûn li ser piyan û em pîroz kirin. We dan xuyakirin ku hûn ne li dijî xweseriyê ne. Em careke din vê daxuyaniya we tînin bîra we.”

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku MŞD wê hemû kiryarên li ser civaka Êzidî ya li Şengalê bişopîne, banga we bigihînin Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.