Der barê xebatên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk Emced Osman ji ajansa me ANHA’yê re axivî û wiha got: “Em hewl didin ji bo pêşeroja nêzîk a Sûriyeyê diyalogan li dar bixin û girîngiya van diyalogan ew e ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziyê re dûrî ajandeyên derve tên lidarxistin û li ser axa Sûriyeyê tên lidarxistin.”
Osman di axaftina xwe de da zanîn ku MSD’ê ji dema hatiye damezirandin ve bingehên rasteqîn ji bo diyaloga Sûrî – Sûrî danîne û ji bo MSD’ê diyalog rêbaza herî guncaw a peydakirina çareseriyê ye û ev diyalogên wan piştgiriya hemû gavên ber bi danûstandinên Sûrî – Sûrî ve dikin.
Osman da zanîn ku însiyatîfa MSD’ê ew e ku hemû aliyên Sûriyeyê beşdarî çalakiya peydakirina çareseriya aloziya Sûriyeyê bibin.
Der barê konferans û civînên ku aloziya Sûriyeyê gotûbêj dikin ên li derveyî axa Sûriyeyê tên lidarxistin de Osman diyar kir ku nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê beşdarî van hevdîtinan nebûne û wiha got: “Pirsgirêk ne cihê lidarxistina van civînan e lê belê ew e ku ev civîn li gorî daxwaza ajandeyên hêzên derve pêk tên û tu xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê nakin.”
Osman wiha domand: “Diyaloga ku di hundirê welat de dûrî ajandeyên derve tê birêvebirin. Em dibînin ku rewş ji bo lidarixistina van diyalogan li herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de ne guncaw e û em dikarin pêşwaziya hemû aliyan bikin ku dixwazin beşdarî van diyalogan bibin.”
Osman got ku diyalog deriyê ber bi peydakirina çareseriyan û çareserkirina aloziyê ye û bê guman bi rêya van hevdîtin û diyalogan bêtir ji çareseriyê ve nêzîk dibin.
Berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk Emced Osman di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di alîkarî û piştgiriya van hevdîtin û diyalogên li ser axa Sûriyeyê plansaziyên wan hene.
ANHA