Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û berxwedana dîrokî ya li dijî terorê bi bîr anî. MSD’ê di daxuyaniya xwe de behsa êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Kobanê û Girê Spê kir û got ku ev êrîş dikevin xizmeta terorê.

MSD’ê behsa biryara QSD’ê ya rawestandina pêngava Bagera Cizîrê kir û got ku êrîşên Tirkiyeyê bandoreke neyînî li şerê li dijî DAIŞ’ê dikin.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

“Beriya çar salan wekî îro giştî cîhanê dişopand ku alên reş bajarê Kobanê dorpêç kirine û diyar bû ku serkeftina Kobanê deriyê serkeftina hemû azadîxwazan e û piştgiriya xwe bi lehengên berxwedana Kobanê re ragihand. Berxwedêrên Kobanê efsaneyên dîrokî nivîsandin û berxwedêrên jin veguherî sembola rasteqîn a jiyana bi rûmet û azad. Nemaze di çalakiya fedayî ya têkoşer Arîn Mîrkan de zelal aşkera bû û ji giştî cîhanê re îspat kir ku jin dikarin li dijî terorê li ber xwe bidin.

Di vê demê de ku cîhan vê roja piştgiriya bi berxwedana Kobanê re bi bîr tîne, lehegên wê berxwedanê hê jî li dijî terorê li eniyên şer li ber xwe didin. Serkeftina Kobanê zemîna serkeftinên mezintir li dijî terorê ava kir. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) karibû bajarên Minbic, Girê Spî û paytexta qaşo ya DAIŞ’ê Reqayê rizgar bikin û Şerê Tunekirina Terorê hê jî li gundewarên Dêrazorê didome.

Di çaremîn salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê de ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re, artêşa Tirk a dagirker êrîşî berxwedêran kir û ev êrîşa wê tenê dikeve xizmeta terorê, gefan li serxwebûn û yekitiya axa Sûriyeyê dixwe. Her wiha derî li pêşiya aloziyeke nû vedike û dîmena li Efrînê rû daye dubare dike. Ev komên cîhadîst ku dagirkeriya Efrînê dikin hewl didin deverên ku dagir kirine li Tirkiyeyê zêde bikin.

Em wek endamên MSD’ê dema ku em berxwedana leheng a Kobanê bi bîr tînin, em bang li hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku piştgiriya doz û berxwedana me berdewam bikin, nemaze ji ber ku rêya tunekirina terorê ye ku ewlehî û aramiya giştî cîhanê dixe metirsiyê. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku helwesta xwe li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê zelal nîşan bide û xebatên xwe ji bo peydakirina çareseriya siyasî li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an û avakirina komîteya destûrî bêyî ku tu alî bêne paşguhkirin, zêde bike.

Em piştgiriya biryara hêzên me yên leşkerî (QSD) ya rawestandina pêngava Bagera Cizîrê li dijî DAIŞ’ê dikin heta ku êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê tên rawestandin.”