Berdevkê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emced Osman bersiva daxuyaniya Wezîrê Derve yê rêjîma Sûriyeyê Welîd El-Mûelim da.

Emced Osman di daxuyaniyê de ev tişt got: ” Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Mûelim, di civîneke çapameniyê li gel hempîşeyê xwe yê Iraqê Îbrahîm El-Caferî de, gotibû ku rewşa li Rojilatê Çemê Firatê ne li gorî destûra Sûriyeyê û armanca hikûmetê ya piştî Idlibê rojhilatê Firatê ye. Li ser vê yekê em dibêjin:

Di daxuyaniyê berê de jî me teqez kiribû ku sedeam têkçûyîna diyalogên bi Şamê re bendên berê û sînorên tengê yên ku hikûmeta Şamê ji van diyalogan re rêz kirin e, her wiha me tewanên ku dibêjin hêzên biyanî li pey têkçûna danûstandinan qebûl nekir, me daxwaz ji hikûmeta Şamê kir ku bi nermbûn nêzîk bibe da ku em bighêjin forameke niştimanî ji çareseriya siyasî re.

Daxuyaniya El-Mûelim ya nîşana wê yekê ye ku destûra Sûriyê têra guhrînên roja îro nake, em dibînin ku hewcedariya destura heyî ya Sûriyeyê bi lêveger û nîqaşê heye, ji ber ku destûra heyî geşedanên 7 salên dawî yên aloziyê û berxwedaniya mezin a gelê Sûriyeyê ji bo guhertina paşguh kiriye. Her wiha em dibêjin ku yek sedema aloziya Sûriyeyê mayîna destûrê wekî xwe û xwazeya civaka Sûriyeê û hêviyên gelê wê di demokrasiyê de li ber çavan derbas nake.

Li aliyekî din, em teqez dikin ku em li dijî çareseriya leşkerî ne û nabin aliyekî ji şerê çekdarî bi  hikûmeta Sûriyeyê re, Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêzên parastinê ne, xwe ji dijminan diparêze. Gefên rayedarên hikûmeta Sûriyeyê nakev xizmeta çareseriyê û li pêşiya diyalogan dibe asteng.”