Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer ji ajansa me re diyar kir ku amadekariyên wan ên lidarxistina danûstandinek Sûrî-Sûrî hene ku hemû gelê Sûriyê û nûnerên partî û hêzên siyasî tê de beşdar bibin.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk dibîne ku tekane rêya xelaskirina gelê Sûriyê ji krîza ku ev 7 sal in didome danûstndinên navxweyî ye. Lew re hewl dide hemû aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê bi dawî bibe, bi rêya lidarxistina danûstandinan li ser xaka Sûriyê kom bike.
Ji aliyekî din ve Meclisa Sûriye Demokratîk teqez dike ku hemû civîn û danûstandinên li derveyî welat li dar dikevin xizmeta hewldanên çareseriyê nakin, lê dikeve xizmeta berjewendiyên derv.
Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer girîngiya danûstandina ku tê payîn di çend rojên pêşiya me de were lidarxistin destnîşan kir û got: “Civîn dê li ser xaka Sûriyê li dar dikeve û gelê Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kom dike.”
Emîne wiha domand: “Li gel me hîmên lidarxistina civîn û danûstandina hene. Em weke Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziyê û danîna nexşerêya Sûriyeya pêşerojê ji danûstandinê re vekirine. Ev civîn wê di çend rojên pêşiya me de were lidarxistin û em niha amadekariyên xwe didomînin.”
Têkildarî kesayetên ku dê beşdarî danûstandinê bibin, Emîne wiha got: “Danûstandin bi beşdarbûna opozisyona nerm, kesayetên serbixwe, partiyên siyasî û hemû aliyên ku hewl didin aloziyê çareser bikin û azarên gelê Sûriyê bi dawî bikin wê beşdarî danûstandinê bibin.”
Her wiha Emîne xuya kir ku ev danûstandin berdewamkirina danûstandina ‘Danûstandin û avakirin’ e ya ku di 18’ê Tîrmehê de hatibû lidarxistin.
Di dawiyê de hevseroka MSD’ê Emîne Umer bal kişand ku hindek dewlet û alî bi taybeta dewleta Tirk ji bo têkbirina danûstandinê hewl dide tevliheviyê û fîtneyan li herêmê belav bike. Emîne teqez kir ku herêm ewle ye û mercên lidarketina danûstandinê guncew in.