Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres û ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Geîr Pederson re şand.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîteya Destûra Bingehîn, peyamek ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeê Gerr Pederson re şand.
Peyamên li ser malpera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hatiye weşandin.
Peyam wiha ye:
“Peyameke eşkere ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî birêz Antonio Guterres û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyêbirêz Gerr Pederson re:
Tevî hewldanên nûnerê Neteweyên Yekbûyî yên bi armanca derbaskirina astengiyan û vekirina rêyên çareseriyê, lê aloziya Sûriyeyê di sala xwe ya 9‘emîn de berdewam dike. Herî dawî komîteyeke Destûra Bingehîn ji 3 aliyan ve hate avakirin, lê nûnerên Rêveberiya Xweser jê dûr xistine. Wekî tê zanîn herêm a tekane ye ku li hemberî rêxistinên faşîst wekî DAIŞ û El-Nusra û aliyên girêdayî wan sekinî û modêla guhertinê ya ku Sûriyeyê hewcedariya wê ye pêşkêş kir û ev model xurt kir, di heman demê de ewlehî û aştiya navxweyî pêk anî. Her wiha bi hezar şehîdên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk, DAIŞ a ku li ser cîhanê nexweşiyek bû di aliyê meydanî de tine kir, bi hêzên Koalîsyona Navdewletî re serkeftin ji mirovahî û tevahî civakên demokratîk re anî.
Tê zanîn ku têkoşîn di heman asta xwe de heta zûhakirina kaniyên tundiyê û rakirina kokên îdeolojiya wê û şaniyên wê yên veşartî didome. Di heman demê de banga xwe ya ji bo yekitiya Sûriyeyêû gelê wê didomîne. Wekî encamên vê têkoşînê niha herêmeke ewle û aram heye ku rêzê ji qanûnên navdewletî re digre û destwerdanê di karûbarên welatên derdorê de nake. Li herêmê rêveberiyeke sivîl a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêheye ku xizmetê pêşkêşî zêdeyî 5 milyon welatiyên Sûriyeyêli ferehiyekê ne kêm ji sedî 30 ji xaka Sûriyeyêdike. Ji bilî vê bi sedhezaran Sûriyeyên ku ji herêmên şerê û tundî koçber bûne hembêz dike û di qada geşkirinê de gavên girîng diavêje. Li kêleka vê yekê ji Rêveberiya Xweser derdora 70 hezar çekdarên DAIŞ‘ê û malbatên wan ên ji nasnameyên ne ji Sûriyeyê dihewîne, ev hejmar li ser pişta Rêveberiya Xweser barekî giran e û ewlehiya herêmê û cîhanî dixe xeteriyê.
Li gel van hemûayan çareseriya siyasî û mekenîzmeya wê tên nîqaşkirin; çareseriya ku em pê re û piştgiya wê dikin. Em avakirina komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê û dûrxistina tevahî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî surprîzekê dihesibînin. Dûrxistina nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêbinpêkirineke der heqê me ye. Ev dûrxistin tê wateya dûrxistina nûnerên 11 hezar şehîd ên ku di oxira ewlehî û aramiya Sûriyeyê, herêmê û cîhanê de canê xwe feda kirine ye. Em dikarin vê yekê wekî nêzîkatiyeke ne adil e bi nav bikin. Em dibînin ku hin nav hene, tu bandora wan ji bo aloziya Sûriyeyêtune ye, lewma pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Ermen, Çerkez, Tirkmen û herk wekî din, vê nêzîkatiye ne dadmend naperjirînin, ev dide xuyankirin ku ti niyetên baş ên ji bo aramî, aşîtî û yekîtiya Sûriyeyêû gelê wê, tune ye.
Der barê hin navên ku tê gotin nûneriya herêmên me dikin, bi rastî ev nav ji aliyên welatiyên herêmê ve nayên naskirin, tu berpirsyariyên wan jî tune ne, ne jî hêza wan heye ku encamên komîteyên pêk bînin.
Birêz Guterres û Pederson:
Hêviya me ew bû ku birêz Pederson şêwira hemû hêzên û aliyên Sûriyeyêre kiriba û bi wan re biciviyaba û di vê çarçoveyê de lihevkirineke pêk anîba. Lê tevî vê yekê em hîna bi rola Neteweyên Yekbûyî û birêz Pederson bawer in ku wê karibin van nêzîkatiyan di ber çavan re derbas bike û wekheviyê pêk bîne, her wiha piştgiriya rola Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêbike û ji bo xizmeta Sûriyeyêû hêviyên gelê wê yên di ewlehî, aştî û gurhetina demokratîk bixebite.”