Bi desthilatdariya Johnson re li Îngîltereyê pêvajoya drketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) Brexît misoger bû. Partiya Karker di hilbijartinê de têkçûneke mezin bidestxist li Parlamentoyê 37 parlamenter winda kir û Jeremy Corbyn ragihand ku ew ê îstifa bike.

Li Brîtanyayê di Hilbijartina Giştî ya Pêşxwest a 12’ê Kanûnê de Partiya Mûhafazakar bi ser ket. Heta niha li gorî encamên mîsoger ên hatine eşkere kirin Avam Kamarasî 364 kûrsî bidestxist. Rêjeya dengê Partiya Mûhafazakar nêzî 45 ji sedî bû û ev jî ji sala 1979’an ve tê wateya rêjeya herî bilind. Partiya Karker a mûxalefetê jî 203 kûrsî bidestxist. Partiya Netewî ya Îskoç 49, Partiya Lîberal Demokrat 11, Partiya Yekîtiya Demokratîk 8, Plaîd Cymrû 4, Partiya Kesk 1 û partiyên din 15 parlamenter qezenç kirin.

JEREMY WÊ ÎTSÎFA BIKE

Di hilbijartinê de Partiya Karker ku Jeremy Corbyn serokê wê ye têkçûnek mezin bidestxist. Partiya Karker ji sala 1935 ‘an ve li Parlamentoyê kûrsiyên herî kêm bidestixst û tenê 203 parlamenter qezenç kir. Lîderê Partiya Karker Jermey Corbyn piştî encamên hilbijartinê got ku “Di hilbijartinekî din de ez ê nebin serokê partiya xwe”

31’Ê ÇILEYÊ WÊ BREXÎT PÊK WERE

Endamê Komîsyona Ewropya ya ji bazara navxweyî berpirsyar Thîery Breton wiha got; “Borîs Johnsson xwedî piraniyeke mezin e. Qebûlkirina peymanê ya ji aliyê parlamentoyê ve bi mantiq e. Di vê rewşê de derketina ji YE wê 31’3 Çileyê pêk were û 1’ê Sibatê em ê bikevin pêvajoya piştî Brexît ê.”