Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur diyar kir ku bi ragihandina pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re, Rojhilata Navîn û cîhan derbasî qonaxeke nû bûn
Munzur: Bi mîlyonan azadiya Rêbertiyê dixwazin
Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyê, Ferzende Munzur li ser pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ku 10’ê cotmehê dest pê kir, ji ANHA′yê re axivî.
Munzur îşaret pê kir ku bersiva Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî komploya navneteweyî, têkoşîneke gerdûnî bû û got: “Têkoşîna Rêbertî berdewama têkoşîna fîlozofan, pêxemberan, zanyaran, rêberên gelan a bo mirovahiyê ye.