Endamê komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi boneya meha gulanê meha şehîdan jî nirxandinên girîng kir, şehîdên meha gulanê bîranî û got: Şehîd ji bo me kaniya hêzêne PKK ji ber li ser mîrasa şehîdan avabû têk naçe.

Karayilan di beşa duyeyê ya bernamê de, şerê gerîla, êrişên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî û hevkariya dewleta Tirk û PDK nirxand. Di bernamê de bang li cerdevanan kir ku tevlî şere qirêj ê dewleta Tirk nebin.

Hun dikarin beşa duyemîn a bernamê îro li gorî dema Kurdistanê saet di 18’an de guhdarî bikin, ji bo gerîlayan şiyariyên girîng hene.