Kurê Musa Anter Dîcle Anter diyar kir 30 sal in, doza edaletê dikin û got, Li vî welatî edalet, hiquq û demokrasî nîne. Di encamê de doza bavê Min Musa Anter betal kirin, me doz şiyande Dadgeha Destûra Bingehîn. Tiştek ji vir jî dernakeve. Em ê herî dawî serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa-DMME bidin.
Dicle Anter, rojnamevaniya bavê xwe wekî “rojnamevaniya berxwedanê” pênase kir got: Rojnamevaniya Mûsa Anter, rojnamevaniyeke girîng e. Bi gotina Mûsa Anter, generalên wî yên biçûk pênûsa wî li erdê nehiştin. Êrişên li ser rojnamevanên berxwedêr li ber çavan e. Abdurrahman Gok û gelek rojnamevanên din jî, bi şûrê Demokles re rû bi rû ne. Gelek rojnamevan jî ji ber nûçeyên çêkirine girtî ne. Lê ew rojnamevan paş de gav navêjin. Dê kevneşopiya Mûsa Anter dewam dike.