Endama Komîteya Tekîliyên Dîplomasî a TEV-DEM Salih Muslîm têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û planên li ser dagirkirina Rojava ye Kurdistanê ji ajansa ANHA axivî û diyar kir ku pêwîste dewletên navnetewî li dijî wan êrîşa xetên sor ava bikin û bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk roja Kobanê ya cîhanê hedef girt

Salih Muslim di despêka axaftina xwe de roja Kobanê ya cîhanê li tevahî cîhanê û Kurdistanê pîroz kir û got: “Berxwedana Kobanê dîrokê de bi xetên sitûr hat nivîsandin. Kobanê tevahî cîhanê re bû mînaka berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ. Dewleta Tirk êrîşên xwe bi taybet salvegera roja Kobanê ya cîhanê planên êrîşên xwe kiriye. ev êrîş li dijî serkeftin û sembolbûna bajarê Kobanê ye.”

‘Êrîş koalisyona navnetewî eşkere tehdit dike’

Salih Muslîm anî ziman ku giredana êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava ye Kurdistanê bi lûtkeya çaralî re giredayî ye û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi armanca ferz kirina xwestekên xwe di lûtkeya çaralî de pêk bîne êrîşî Rojava ye Kurdistan dike. Armanc tûnekirina gelê Kurd û bînpêkirina vîna gelê Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê ye. Her wiha dewleta Tirk bi wan êrîşên xwe koalisyona navnetewî jî tehdit dike. Gef li ser koalisyon û dewletên navnetewî jî tê kirin. Ji ber wê jî êrîş bi tenê li ser Rojava ne.”

Sedema êrîşên dewleta Tirk: Dirêj kirina temenên DAIŞ’ê

Salih Muslim destnîşan kir di demekê çaresêriya pirsgireka Suriyê tê nîqaş kirin de dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe re pêyama dijberiya tinekirina DAIŞ dide û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “ Êdî cîhan giştî dizanê ku dewleta Tirk a dagirker DAÎŞ’ê xwedî dike û eşkerê dibejin DAİŞ armancê me di Rojava de pêk tîne. Hebûna DAÎŞ hemû cîhan û mirovahî ye tehdît dike. Bi tinebûna DAÎŞ re çaresêriya Sûriyê wê were giftigoh kirin. Ne tesadûfê ku dewleta Tirk di demekê wiha de êrîş dike. Sedema êrîşan ew e ku temenên DAIŞ dirêj bike û pêşketinên sîstema Rojava ye Kurdistan û Bakurê Sûriyê bide sekinandin.”

‘Bi êrîşan ji çeteyên Îdlibê re dem tê dayîn ku li Efrînê bi cîh bibin’

Salih Muslim berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku mijara Îdlîbê ji rojevê derbixe êrîşî Rojava ye Kurdistanê dike û got: “Her wiha bi wan êrîşan re jî çeteyên di Îdlibê de li Efrînê bi cîh dike. Bi tinebûna çeteyan çaresêriya siyasî wê ji Rojava ye Kurdistan û Bakurê Sûriyê re werê dayîn. Lê dewleta Tirk li dijî çaresêriyê tev digere. Ji bo wê hebûna çeteyên li Îdlibê, Efrînê, Derazor û hewldide diparezê. Dewleta Tirk a dagirker ji ber tinebûna çeteyan dîsa nebe rojev dixwazê çavên cîhanê li ser Îdlibê rabike û mijara Îdlib sar bike.”

‘Pêwîste dewletên navnetewî li dijî êrîşên Tirkiyê xetên sor ava bikin’

QSD‘ê ji ber êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê û bêdengiya dewletên navnetewî ji êrîşan re Pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî demkî rawestandin.

Salih Muslim têkildarî sekinandina pêngava Bagera Cizîrê ev tişt got: “Demeke ku pêngava şerê tinekirina DAIŞ berdewam dike de dewleta Tirk a dagirker jî li hember heremên ku bi destên şervanên YPJ/YPG hatiya rizgar kirin êrîşên xwe pêk tîne. Dewletên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe li hember van êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdeng dimînin. Mirovahî tine bibe ne xema dewletên navnetewî ye. Bêdengiya dewletên navnetewî wekî ku xençerê pişta mirovahiyê bixin e ye. Halbu kî Tinekirina DAIŞ ji bo mirovahiyê tê pêk anîn. Şervanên YPJ/YPG li Derazorê ji bo hemû mirovahiyê şer dikin û dewleta Tirk a dagirker jî axa ku şervanan rizgar kiriye bomberbaran dike. Ev tişt bi tû awayî naye qabûl kirin. Pêwîste dewletên navnetewî li dijî wan êrîşan xetên sor ava bikin û bêdeng nemînin.”

Salih Muslim diyar kirk u rejîma Suriyê bi bêdengiya xwe tinebûna vîna xwe di Sûriyê de eşkere dike û got: “Rejîma Sûriyê dikare ku li dijî êrîşên dewleta Tirk gilî li Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlekarî yê bike. Lê rejîma Sûriyê ji ber ku vîna xwe teslîmî Rûsya kiriye û têkildarî bîryarên Rûsya bêdeng dimîne.”

‘Em di têkoşînê de bi israrin û emê deskeftiyên xwe biparêzin’

Endama Komîteya Tekîliyên Dîplomasî a TEV-DEM Salih Muslîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di Rojavaye Kurdistan û Bakurê Sûriyê de gavên girîng di derbarê sîstema Netewa Demokratîk hatiya avetin û got: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî vê sîstemê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê dike. Em di têkoşîna xwe de bi israrin ku hemû deskeftiyên xwe biparêzin. Kesên ku demokrasiyê diparêzin pêwîst dike ku li dijî êrîşên dewleta Tirk jî derbikevin û tekoşîn bikin.”

ANHA