[Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Enver Muslîm, diyar kir ku divê mîna Kobanê, hemû gel li dijî êrîşên li ser Efrîn û Bakurê Sûriyeyê jî derbikevin.
Hevserokê Meclîsa Kontoa Kobanê Enver Muslîm, bi boneya 4’emîn Salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û got: “Ji bo naskirina têkoşîna azadiya gelê Kurd, Kobanê rolek mezin lîst. Kobanê li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe da. Kobanê peyama parastina dîrok û çanda gelê Kurd da tevahiya cîhanê. Di berxwedana Kobanê de jinan pêşengtî kir.”
Muslim, diyar kir ku gele Kurd ji hezaran salan ve beşeke sereke yên pêkhateyên herêmê ne, êdî tu alî nikarin vê yekê înkar bikin û wiha bilêv kir: “Mixabin Kurd her tim rastî siyasetên qirkirinê tên ku ji aliyê hikumetên ku dagirkeriya Kurdistanê dikin ve pêk tê. Mînak Kurd di Sûriyeyê de nedihatin naskirin û heta di destûra Sûriyeyê de girêdayî gelê Kurd tiştek tune ye. Ev hemû di çarçoveya çalakî û plana van hikumetên desthilatdar a tunekirina neteweya Kurd de bû. Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi roleke mezin di nasandina Kurdan û doza wan de ji giştî cîhanê re rabû û ji ber vê yekê DAIŞ’ê êrîşa xwe li dijî Kobanê gelekî dijwar kir û şervanên berxwedêr jî li hemberî van êrîşan derketin û ji giştî cîhanê re rêya Kurdan ragihand û şaristaniya vî gelî û dîroka wê ya kevnar zelal kirin. Metirsiya ku komkujiya li Şengalê li Kobanê jî dubare bibe zêde bû, lê giştî cîhan li hemberî berxwedêrên jin ku li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dida matmayî man, nemaze gelek jinan canê xwe di nava çeteyan de teqand da ku Kobanê ji aliyê DAIŞ’ê ve neyê dagirkirin. Ji ber vê yekê 1’ê Mijdarê wek roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re hate ragihandin û bi sedan bajarên 93 dewletên cîhanê serî hilda û piştgiriya xwe bi berxwedêrên Kobanê re ragihand. Ya rast piştgiriya xwe bi gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk re ragihandin.”
‘DIVÊ EM PIŞTGIRIYA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ JI BÎR NEKIN’
Muslim, anî ziman ku dema ew dibêjin roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re, divê ew piştgiriya çar parçeyên Kurdistanê ya ji bo berxwedana Kobanê re ji bîr nekin û wiha domand: “Bi taybet piştgiriya bakurê Kurdistanê divê me ji bîr nekin. Hemû welatiyên Bakurê Kurdistanê piştgiriya xwe bi berxwedêrên Kobanê re nîşan da û jin û zarok daketin kolanan û serî hilda. Bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê bi mehan li nêzî sînorê di navbera Kobanê û bakurê Kurdistanê de dîwanek ava kir û sînor parast da ku çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyeyê derbasî Kobanê nebin. Em û giştî cîhan xwepêşandanên girseyî ku li seranserî bajarên Kurdan û Tirkiyeyê di dema berxwedanê de hatine lidarxistin, ji bîr nakin. Gel got êdî ji zilmê re bes e, ji komkujiyan re bes e. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî bi hovîtî li hemberî van xwepêşandanan derketin û bi dehan ji xwepêşandêran şehîd bûn. Em dikarin bibêjin ku welatiyên bakurê Kurdistanê roleke mezin di têkşikandina DAIŞ’ê li Kobanê de lîst.”
‘PIŞTGIRIYEK MEZIN HEBÛ’
Muslim, di dewama dewama axatina xwe de wiha got: “Dema ku em behsa roja cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re dikin, girîng e em civakên ku piştgiriya xwe bi berxwedanê re li dijî terorê ragihandine, bi bîr bînin. Lê ji aliyekî din ve piştî ku bajar hate rizgarkirin, pêwîstî bi çalakiya jinûveavakirina bajêr zêde bû. Di rastiyê de rêxistinên ku îdia kirin ku dê beşdarî çalakiya jinûveavakirinê bibin, mixabin tiştek li ser erdê pêk neanîn. Tenê sozên bêbingeh bûn. Lê hin sazî û rêxistinan pir hindik sozên xwe pêk anîn. Ez dikarim bibêjim ku tenê gelê Kobanê êşa xwe hilgirt û bi xwe dest bi çalakiya jinûveavakirinê kir û hevkarî bi Rêveberiya Xweser re kirin û bajarê xwe ji nû ve ava kirin. Lê hê jî gelek deverên hilweşandî hene û heta niha nehatine sererastkirin. Li vir ez dixwazim behsa şaredariyên gel ên bakurê Kurdistanê bikim ku hemû ji bo Kobanê seferber bûn, çi Tirk û çi jî Kurd ku hezkiriyên aştiyê û azadiyê bûn û li gorî derfetên xwe alîkariya Kobanê kirin.”
‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI ZANEBÛN ÇAVÊN XWE DIGIRE’
Muslim, anî ziman ku ew di qonaxeke gelek girîng de derbas dibin û wiha pê de çû: “Civaka navneteweyî bi zanebûn çavên xwe ji hin mijaran re digire. Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji çend salan ve hê jî bedewam dike û serdana parêzerên wî hatiye qedexekirin. Tirkiye bi vê yekê rêgezên mafên mirovan binpê dike. Heta niha tu rêxistinan ev tecrîdkirin şermezar nekiriye. Ji bo ku ev destdirêjiyên dermirovî bêne temamkirin, êrîşeke nenormal li dijî Efrînê ji aliyê gelek dewletan ve hate kirin. Niha jî li demografyaya Efrînê tê guhertin û xwezaya herêmê tê kuştin. Tişta herî kambax çanda gelan li vê herêma dagirkirî tê tunekirin. Ev mijar bi serê xwe rexneyeke li hemberî civaka navneteweyî û hemû dewletên cîhanê ye. Divê ew tişta ku li Efrînê rû dide û destdirêjiya Tirkiyeyê li Efrînê bibînin. Dewleta Tirk bi salan alîkariya DAIŞ’ê dike ku metirsiya herî mezin li ser cîhanê ye. Divê baş nas bikin ku Efrînê parastina mirovahiyê bi rêya berxwedana xwe li dijî terora dewleta Tirk dikir. Welatiyên Efrînê 58 rojan di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li ber xwe da. Divê giştî cîhan ji bo alîkariya bi Efrînê re serî hilde.”
‘SERKEFTINA KOBANÊ SERKETINA MIROVAHIYEYÊ’
Enwer Muslim, di dawiya axaftina xwe ev tişt gotin: “Ji rêgezên gelan ew e ku li rex hev bisekinin wekî beriya 4 salan, bi rastî tiştekî giranbuha bû. Em ji cîhanê dixwazin ku çavên xwe veke û projeya demokratîk a pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê nas bike. Divê civakên cîhanê her tim alîkariya bindestan bikin û tu carî serê xwe ji siyasetên desthilatdaran re netewînin. Em hemû gelên cîhanê ku beriya 4 salan ji bo piştgiriya berxwedana dîrokî ya Kobanê daketine kolanan, silavên xwe lê dikin. Em serkeftina berxwedana Kobanê wek serkeftina mirovahiyê dibînin. Em bejna xwe li hemberî rihê şehîdan ditewînin ku canê xwe fedayî mirovahiyê kiriye.”