Endamê konseya rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji ajansa nuçeyan a ANF’ê re axivî, bi berfirehî li ser tecrîd û têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê kir

Serhildana pêşî ya Rêber Apo avakirina têkoşîna azadiyê ye, serhildana li dijî polîtîkaya qirkirinê ye. Rêber Apo bi tespîta ‘Kurdistan mêtingeh e’ dest bi têkoşînê kir. Polîtîkaya qirkirinê beriya her tiştî li ser Rêber Apo tê meşandin. Çavkaniya polîtîka û kiryarên qirkirinê ev yek e.

Şaşe mirov polîtîkaya li hemberî Kurdan tê meşandin, ji polîtîkayên li deverên din ên cîhanê li hemberî gelan û neteweyên pêktê cûda binirxîne. Ev nêzîkatiyeke polîtîk a şaş e. Li qada siyasî ya Kurd û li nava dostên Kurdan nêzîkatiyên bi vî rengî yên şaş têne dîtin.

Rabûna li ber tecrîdkirina Rêber Apo û têkoşîna ji bo azadiya wî, tê wateya têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd. Ger em têkoşîna ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo nekin navenda têkoşîna azadiyê ya yekbûyî, emê nikaribin vê têkoşînê bi rengekî rast bimeşînin. Eger netewek, rêxistinek û tevgereke siyasî xwedî li rêberê xwe yê dîlgirtî dernekevin hingî nikarin xwedî li xwe derkevin; nikarin têkoşîneke azadiyê bimeşînin.

Mustafa Karasa da zanîn sedema zordarî û dijminahiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li demokrasiyê zext û bêhiquqiya li Îmraliyê ye û wiha got:

Feraseta astengkirina belavbûna fikrên Rêber Apo û misogeriya azadiya wî, bi xwe re zextê tîne. Gelê me dibêje, eger Rêber Apo hîn jî dîlgirtî be ev yek rexnedayina me ye. Wê demê divê em berpirsyariya rexnedayinê bi cih bînin, li çar hêlên Kurdistanê û derveyî welat bi awayek çalak tevlî vê têkoşînê bibin.

Derbarê çalakiyên çêdibin de jî endamê konseya rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû wiha got:

Dema têkoşîna azadiyê ya ji bo Rêber Apo hate mezinkirin hingî wê azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd misoger bibe. Azadiya Rêber Apo di heman demê de têkbirina polîtîkaya qirker mêtinger e, pêşîvekirina li demokratîkbûna Tirkiyê ye. Ji bo wê divê asta têkoşîna heyî li her qadê bê bilindkirin. Girîng e çalakiyên ji bo azadiya Rêbertî veguherin çalakiyên bi beşdariya bi deh hezaran kesî. Serhildana li Wanê nîşanî me da, dema civakên mezin tevlî çalakiyê bûn encam çawa tê wergirtin.

Lazime şêweyên nû yên rêxistinî û çalakiyan bê peydakirin. Bi çalakiyên dubare, bi bangên li dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê encam nayê bi dest xistin. Lazime bi rêzabên afirîner gel xwe birêxistin bike, tevlî çalakiyan bibe.