Çalakgerê greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Mûstafa Sarikaya banga geşkirina berxwedan û şikandina tecrîdê li Kurdistanî û gelê ji derveyî welat kir.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 47’an de didome. Îro piştî nîvro rewşa çalakger Yuksel Koç giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Piştî vêya li ser navê 14 çalakgeran Mûstafa Sarikaya axivî û got; “Ev guhertinekî bi biryardariye, sistbûnek nîne. Li beramberî wê em biryardariyekî hevgirtî ya armancê dijîn.”
‘ISRAR Û BIRYARA ME YA ÇALAKIYÊ WÊ BIDOME’
Ji çalakgeran Mûstafa Sarikaya beşdarî weşana zindî ya Stêrk Tv û Medya Tv bû û diyar kir ku berxwedana greva birçîbûnê ya bi şîara “Tecrîda li ser Ocalan bişkêne, azad bike û faşîzmê hilweşîne” di pêvajoyek kiritîk de ye.
Sarikaya qala berxwedana Guve û Yagiz jî kir û got; “Yuksel Koç û Keram Solhan jî di nav de; weke daxuyaniyên Leyla Guven û Nasir Yagiz, hemû çalakgeran di domandina çalakiyê de bi israr û bibiryarin.”
Mûstafa Sarikaya ev bang kir; “Ev pêngava ku serketinê bînê, faşîzmê hilweşîne û Kurdistana azad ava bike pêngava berxwedanê ya gel e. Hate dîtin ku di rewşa heyî de serî de Leyla Guven û berxedêrên grevê di pêvajoyek kiritîk de ye û ber bi bedel dayînê ve diçe. Ji bo vê em bang li gel dikin; Vî ruhê berxwedanê li hemû hêrêman hê bihêztir nîşan bidin. Em dibêjin gelê xwe yê li welat û derveyî welat dema geşkirina vê berxwedanê bihêztir û bileztir hatiye.”
Sarikaya bang a geşkirina pêngava berxwedanê li her kesê kir û got; “Em dibêjin berî demekê beşdarî pêngava berxwedanê bibin û serketinê bidestbixin.”