Partiyên muxalefetê yên Elmanyayê, weke Fransayê ji bo ‘Tevgera Bozkûrt’ a ku hêza paramîlîter û nijadperest a dewleta Tirk e bê qedexekirin, ketin nava liv û tevgerê.
Tevgera ‘Bozkûrt’ ku rêxistiniyeke nijadperest a Tirk e bi salan e tevlî bûyerên tundiyê dibe, cihêkarî li Kurdan, Ermen û Yahûdiyên li Tirkiyeyê dike, salên dawî jî veguheriye çeteyên paramîlîter ên rejîma Erdogan. Li dijî vê rêxistiniya nijadperest welatên Ewropayê bi salan bêdeng man.
Lê belê, piştî ku vê rêxistiniya nijadperest mehên derbasbûyî li Ewropayê êriş birin ser Kurdan û li Fransayê jî hewl dan Ermenan lînç bike, rêveberiya Parîsê roja Çarşemê biryareke cidî da. Hikumeta Fransayê bi awayekî fermî biryar da ku ‘Bozkûrtan’ fesih bike. Tê payin ku heman biryara qedexeyê li welatên Ewropayê hemûyan belav bibe.
MUXALEFET KETE NAVA LIV Û TEVGERÊ
Li Elmanyayê bi taybetî Partiya Çep bi salan e hewl dide komele û saziyên ser bi vê rêxistiniya nijadperestên Tirk bên qedexekirin. Salên dawî Partiya Keskan jî heman daxwaz kir. Ji bo biryarek mîna ya li Fransayê li Elmanyayê jî bê wergirtin, muxalaefet kete nava liv û tevgerê.
Li gorî agahiyan, li bo li Meclîsa Federal biryareke hevpar di vî warî de bê dayin Partiya Keskan serlêdan kiriye. Ji Partiya Keskan parlamenterên federal Cem Ozdemîr, Îrene Mîhalîc û Konstantîn von Notz ji RND’ê re axivîn û diyar kirin ku Hikumeta Federal divê rêxistiniya neteweperestên Tirk ên ûltra Bozkûrt qedexe bike.
‘BASKÊ ERDOGAN Ê LI ELMANYAYÊ NE’
Parlamenteran ragihandin ku tevgera Bozkûrt li Elmanyayê ‘baskê dirêj’ ê rejîma Erdogan e û tundî jî di nav de li dijî mirovan gelek sûcên nefretê kirine. Parlamenteran ji hikumeta bi serokwezîriya Angela Merkel xwestin ku li dijî vê rêxistinbûnê tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Wekîlên Partiya Keskan bi bîr xistin ku beriya niha li Meclîsa Federal ketine nava heman hewldanê û dixwazin muxalefet li ser pêşnûme qanûneke hevpar biryarê bidin.
Tevgera Bozkûrt li Elmanyayê di bin sîwana Federasyona Komeleyên Tirk ên Neteweperest ên Demokratîk ên Elmanyayê (ADUTDF) ve xwe bi rêxistin dike ku 170 komeleyên vê federasyonê hene. Tê texmînkirin ku 7 hezar neteweperest endamên van komeleyan e. Li gorî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ev hejmar di ser 10 hezar kesî re ye. Tevî ku îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê di raporên xwe de tevgera neteweperestan li dijî ewlehiya welêt weke gefekê dibîne jî heta niha hikumetê tedbîreke cidî li dijî vê rêxistiniyê wernegirtiye.