Beriya hevdîtina ku Wezîra Parastinê Annegret Kramp-Karrenbaûer îro bi hempîşeyê xwe yê Tirk Akar re çêbike, partiyên muxalefetê bang kirin û xwestin, rejîma Erdogan bi rengekî cidî bê hişyarkirin. Ji bo çalakiya protestoyî jî banga tevlîbûnê hate kirin.

Balkêş e ku beriya konseptên êrişê yên li dijî Kurdan û êrişên dagirkeriyê yên li dijî parçeyên din ên Kurdistanê, rayedarên rejîma AKP-MHP’ê û dewleta Elman ji nû ve dest bi hevdîtinan kirin. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar ku hefteya derbasbûyî li Hewlêr û Bexdayê hevdîtin kir, îro ji bo hevdîtinê bi hempîşeya xwe ya Elman Annegret Kramp-Karrenabûer re hevdîtinê bike tê paytexta Elmanya Berlînê.

Dema ku hevdîtin pêk were, Kurd û komên ji gelên cuda wê li pêşiya avahiya Wezareta Parastinê çalakiyeke girseyî ya şermezarkirinê li dar bixin. Tê gotin ku Akar wê ji bo êrişên xwe yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê piştgiriyê bixwaze.

‘DIVÊ TIRKIYE BÊ HIŞYARKIRIN’

Di demekê de ku Bîden bûye serokê nû yê DYE’yê û desthilatdariya Erdogan hewl dide xwe nêzî hêzên rojavayî bike, li şûna ku hevdîtin bi rêya vîdeo konferansê bê lidarxfistin, Akar bi xwe hat Berlînê. Ev yek jî weke parçeyek ji pêvajoya nû hate şîrovekirin.

Berdevkê siyasetê parastinê ya SPD’ê Sîemtje Moller got, “Hêvîdarim hevdîtina îro bibe gava destpêkê ji bo destpêkeke nû bi NATO’yê re.” Partiyên muxalefetê jî bang li Wezîra Parastinê Kramp-Karrenbaûer kirin û gotin, “Divê Tirkiye ji ber siyaseta xwe ya êrişkar û karnameya xwe ya mafên mirovan a nebaş bê hişyarkirin.”

Berdevkê polîtîkaya derve ya Partiya Keskan Omîd Noûrîpoûr ji Tevna Karên Nivîsê ya Elman (RND) re axivî û diyar kir ku divê zextên li nava Tirkiyeyê bikeve rojevê û bên şermezarkirin.

Alîkarê Serokê Koma Partiya Demokratên Azad (FDP) Alexander Graf Lambsdorff jî ragihand, welatekî ku li Lîbya û Sûriyeyê siyaeta êrişkariyê dimeşîne, bi operasyonên leşkerî gefê li endamên Yekîtiya Ewroayê Yewnanistan û Qibrisê dixwe, li hundir jî zextê li rojnamevanan û muxalîfan dike nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Lambsdorff destnîşan kir ku ev yek divê ji aliyê Tirk re bê vegotin.

Di vê navberê de çalakiya ji bo şermezarkirina hevdîtina Akar û Karrenbaûer wê îro saet di 12:30’î de li pêşiya avahiya Wezareta Parastinê bê lidarxistin.