Abudllah Zeyden, bersiv da pirsên rojnamevan Didem Mercan û got;
Gel îradeya xwe nîşan da, ez ji sedî 55 dengan bijartim, lê desthilatdariyê mudaxele kir û YSK mazbeta min radestî namêzêtê AKP’ê ku ji sedî 20 deng standin kir.
Abdulah Zeydan da zanîn Wezareta di ser YSKê re nîne û ne kanun e û wiha dewam kir
Derbarê mehkumiyeta min de tu biryar jî nînin. YSK navendî namzêdiya min qebûl kir, lê niha YSK navçeyê biryara YSKê bilind bin pê dike. Em ê serî li YSK herî jor bidin. Ev darbeyek siyasî ye û nayê qebûl kirin.
Divê werê zanîn ku faşîzm diminê her kesî ye û divê civakên li Tirkiyê li dijî vê biryara bê ehlakî dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku biyara li dijî min di aliyê ehlakî wijdanî ve, tenê gelê Kurd aleqadar anke, hemû civakên li Tirkiyê û hêzên demokratîk alaqadar dike,.
Divê ji vê şaşîtiyê vegerin. Ev desthilatdarî deyndarê gelê Kurd e. Hun nikarin îradeya vî gelê bin pê bikn. Ev gel wê li rûmeta xwe xwedî derkeve.