Namzeta Parlamenteriyê ya Parlamenta Ewropayê ya Partiya Çep a Swêdê Parêzer Lotta Lagnander serdana Meclîsa Gel a Gavleborgê kir.
Lagnander ji bo lêkolînkirina tecrîda li Îmraliyê û bêhiqûqiya li ser girtiyên siyasî serdana Stenbol, Enqere û Amedê kiribû.
Lagnander got, “Bi rêya muşteriyên min ên Kurd ên ku pirsgirêka xwe bi îstîxbarata Swêdê hebû min pirsgirêka Kurd nas kir û fêhm kir ku pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bûyerên ji rêzê nîne.”
Lagnander diyar kir ku bi pêşniyara hevalek xwe tevlî şandeyekê bû ku çû Tirkiye û Kurdistanê û got:
“Me hevdîtin bi Baro, komele, Dayikên Aştiyê û kesayetan re kir. Encama van hevdîtinan jî kir rapor û li Stenbolê bi konferansekê ragihand. Lê belê piştî demeke kurt erdheja li Mereşê qewimî û piştre jî plana me ya serdanan betal bû. Ji ber erdhejê me du şande çêkir, şandeyek çû herêma erdhejê, şandeyekê jî serdana saziyên li Tirkiyeyê kir. Lê belê me bi şênberî dît bê rewş çawa nebaş bûye, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandoreke çawa li ser hemû girtiyan dike.”