Namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Erşed Hisên Lolanî ku dema artêşa Tirk a Dagirker kete xaka Başûrê Kurdistanê, pêşwazî lê kir û li gundê Bermîze mal bi mal digerand bû parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê şevê din encama fermî ya hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ku di 30’ê Îlonê de pêk hatî eşkere kir.
Namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Erşed Hisên Lolanî ku dema artêşa Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir kir, pêşwazî lê kir, bi 8 hezasr û 436 dengan bû parlamenterê PDK’ê.
Di 1’ê Hezîrana îsal de Erşed Hisên Lolanî, dema ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê ketin gundê Bermîze yê Sîdekan a herêma Brodost bi cilûbergên Kurdî pêşwazî li artêşa Tirk kir û mal bi mal gerand. Herwiha ji bo dagirkeran wergervanî dikir.
Wê demê wêne û dîmenên pêşwazîkirina artêşa Tirk a dagirker li ser torên civakî belav bûn û rastî bertekên tund hatin.