Nazmetên Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’ê Selçûk Mizrakli anî ziman ku encamên derketîn nerazîbûnên li dijî tecrîdê ne û serketin diyarî berxwedêrên grevan Leyla Guven û Gulten Kişanak kir.
Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen ne li gorî daneyên fermî ji sedî 63’yê dengan bi dest xistiye. Qeyûm Atîlla jî ji sedî 30’ê dengan bi dest xistiye.
Hevşaredar Selçûk Mizrakli û Hulya Akokmen peyamên xwe ji ajansa AM’yê re vegotin.
Selçûk Mizrakli: Ev encam nerazîbûna gel a li dijî tecrîdê ye. Serketina li vir diyarî Leyla Guven û Gulten Kişanak dikim. Gelê Kurd vîn, biryardarî û baweriya xwe nîşanda.
Hulya Alokmen Ûyanik: Gelê Kurd carekî din bi vê hilbijartinê jiyana bi hev re, aştî û demokratîkbûna vî welatî derxist holê. Divê her kes rêz ji vê encamê re bigire.