Namzetên hevşaredariyê yên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr diyar kirin ku di 31’ê Adarê de ew ê şaredariya ku AKP xesp kiribû, teslîmî gel bikin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2014’an de di hilbijartinên herêmî de DBP’ê 102 şaredarî qezenc kiribû û AKP’ê qeyyûm li ser 96 şaredariyan peywirdar kiribû. Yek ji van şaredariyan jî, şaredariya Êlihê bû.
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina herêmî jî didome. HDP’ê diyar kiribû ku namzetên wan ên hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr e. Lê namzetiya Ozdemîr ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Êlihê hatibû redkirin. Piştî redkirina namzetiya Ozdemîr HDP’ê diyar kir ku namzetê wan ê ji bo Êlihê Dr. Mehmet Demîr e.
EM Ê XEBATÊN JI NÛ BIDIN DESTPÊKIRIN
Namzeta hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku dema qeyûm li ser şaredariyan hate peywirdarkirin, beriya her tiştî destkeftiyên jinan tune kir û got ku “Qeyûm hemû saziyên jinan girt. Bi girtina saziyan re qadên îstîhdamê yên jinan hate tunekirin. Ev jî diyar dike ku dewlet ji hêza jinan ditirse. Dema ku em bi ser bikevin, em ê giraniyê bidin ser xebatên jinan. Em ê bi gelê xwe re bixebitin û li 5 herêman navendên jinan vekin. Ji bo jinan gelek projeyên me hene. Yek ji xebata me ya pêşîn jî ev e ku em şaredariyê ji gel re vekin û şaredariyê bikin navenda xizmeta ji bo gel.”
WÊ GEL ŞAREDARIYÊ BI RÊ VE BIBIN
Korkmaz diyar kir ku di warê qezenckirina şaredariyan de ew xwedî îddîa ne û got ku “Em ê careke din bi awayekî xurt xwedî li emaneta gelê xwe derkevin. Wê gel biryaran bide û ew ê şaredariyê bi rê ve bibe. HDP partiya gelan e û gel xwedî li partiya xwe derdikeve. Di heman demê de pergala hevşaredariyê cara yekemîn partiya me li Tirkiyeyê pêk anî. AKP dixwaze jin li malê rûnên û xizmetê ji mêran re bike. Em jî dixwazin li her derê îradeya jinan derxînin holê.”
EM Ê HEMÛ QADAN TÊXIN BIN XIZMETA GEL
Namzetê din ê hevşaredariya Êlihê Mehmet Demîr jî diyar kir ku ew ê şaredariyê ji destê qeyûman rizgar bikin û got ku “Em ji xwe û ji gelê xwe bawer dikin. Armanca me ev e ku em şaredariyan careke din bi dest bixin û saziyên xwe teslîmî gel bikin. Qeyûman a niha her der dagir kirine. Em ê jî her qadê ji xizmeta gel re vekin. Em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin. Tecrubeya me ya rêveberiyên herêmî heye. Li holê kedeke komunal heye. Em ê vê keleporê bidomînin û em ê kêmasiyên xwe çareser bikin. Beriya her tiştî em ê şaredariyên ku bûne wekî qereqolan,em ê wan biguherînin. Di heman demê de wê gel biryarên xwe bide û ew ê şaredariyê bi rê ve bibe.”





