AMED – Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli çûn ser sindoqê û dengên xwe dan. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli çûn ser sindoqê û dengên xwe dan. Mizrakli dengê xwe li sindoqa jimara 1152’an a li Dibistana Seretayî ya Cemîl Ozgur ku li Navçeya Sûrê ye bikar anî. MIZRAKLI: HÊVÎDARIM WÊ BIBE WESÎLEYA ROJÊN RONÎ Mizrakli beriya dengê xwe bikar bîne kurte daxuyaniyek da, xwest hilbijartin bixêr derbas bibe û got: “Li hemû gelên Tirkiyeyê pîroz be. Ez hêvîdarim wê bibe wesîleya siberojên ronî. Em hêvîdarin wê ev hilbijartin bi xwe re edalet, hiqûq û demokrasiyê bîne.” ALOKMEN: BILA BIBE WESÎLEYA DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ Namzeta Hevşaredariyê Hulya Alokmen Uyanik jî dengê xwe li sindoqa jimara 1263’an a li Lîsêya Îmam Xatîba Anadolu ya Şehît Halît Gulser a Keçikan ku li navçeya Peyasê yê bikar anî. Alokmen piştî dengê xwe bikar anî axivî û got ew hêvîdarin wê ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê xêrê bîne û got: “Em hêvîdarin wê ji bo bajarê me bibe xêr û bereket. Em hêvîdarin wê ev hilbijartin bibe demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev du meh in em bi vê hêviyê xebitîn. Ji bo demokratîkbûna rêveberiyên herêmî û demokratîkbûna Tirkiyeyê hilbijartin girîng e.” Parlamenterên HDP’ê û namzetên hevşaredariyê yên din jî li dibistanên cuda dengên xwe bikar anîn.
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Amedê dengên xwe bikar anîn
