.jpg)
Gelên ku ji bo azadiyê dijîn û têdikoşin hern tim di rewşên awarte de jiyana xwe didomînin. Ji bo têkoşêran her roj ji roja din girîngtir e û divê ku jiyan li ser serkeftinan bê avakirin. Kurd jî bi taybetî di 30-40 salên dawî de her tim di demên nazik de derbasbûn û hîn jî dibin.
Di vê merheleyê de jî kurd bi gelek ceribandin û azmûnan re derbas bûn. Her geşedanek hêz, bawerî, îradeya gelê kurd dipîve. Her wiha gelê kurd di demên pir xeter û dîrokî de hêza xwe nîşan da. Lewma îro kurd di qada navneteweyî de di navenda geşedanên ku dengeyên cîhanê diguherin de cîh digirin. Ev yek ji bo gelê kurd bi qasê xetereyên mezin firsend û derfetên mezin jî dihewîne. Bê guman geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê pir girîng in û divê ku bên nirxandin. Lê belê em di pêvajoya hilbijartinê de derbas dibin û em hemû neçar in ku encamek li ser van geşedanên heremî û Tirkiyeyê bike derxînin holê.
Pêvajoyên hilbijartinê pêvajoya xizmetê ye. Her welatparêzek, têkoşêrek, kesên azadîxwaz di demên wiha de wekî berpirsyariyek xizmet û xebata têkoşîna gel dibin namzet. Ev nîşaneya berdewama kar û xebatan e û ji bo partiya me jî kêfxweşiyek mezin e. Di vî warî de pêşbaziya di navbera berendaman de pêşbaziya xizmetê ye. Bêguman pîvanên vê yekê hene. Di her rewşên wiha de ji bo şarederiyê gelek kes serlêdan dikin lê belê kêm kes dibin namzet. Partiya me vê carê biryar da ku namzetên xwe bi hilbijartinan bi beşdarbûna gel diyar bike. Her deverek dê namzetê xwe diyar bike. Zehmet be jî biryara gel esas e û rêya herî demokratîk e. Gel jî di vê ferasetê de ye ku her berendamekî me dikare bibe namzet. Di vî warî de her hevalekî me dikare ji bo namzetiyê heya dawî xebatên xwe bimeşîne. Lê piştî ku namzet hatin diyarkirin divê ku hemû berendam, gelê me li derdora namzetan bibin yek û ji bo serkeftina partiyê xebat bimeşînin. Piştî ku namzet hatin diyarkirin nîqaş û lêgerînên cuda divê bi dawî bibin.
Ev hilbijartin di navbera xeta serdestiyê û azadiyê tê lidarxistin. Mesele ne ew e ku dê kî bibe namzet. Mesele ew e ku dê kîjan xet bi ser keve. Tu fikarên me tune ne ku her hevalekî me û berendamên me dê li gorî vê hişmendî û hesasiyetê tevbigere. Nexwe piştî ku namzet hatin diyarkirin lêgerînên cuda hesabên şexsî ne. Piştî ku namzet hatin diyarkirin divê tu berendan xwe venekişînin, nekevin nav lêgerînek cuda.
Em di vê hilbijartinê de tenê şaredaran diyar nakin. Di heman demê de gelê me dê li hemberî politikaya êrîşkariyê, tunekirina gelê kurd îradeya xwe diyar bikin. Dê tercîh û hilbijartinên me li hemberî lêgerîna dagirkirina Rojava bibe bersiv. Dê helwesta me ji lîstikên navneteweyî re bibe peyam. Niha çavê dinyayê li ser gelê kurd e. Hêviya gelên bindest jî têkoşîna gelê kurd e. Lewma di vê merheleya dîrokî de ji bo serkeftinê ji bilî şoreşê tu çareyek gelê kurd nîne. Berendamên me û namzetên me yên ku ji bo xizmeta vî gelî derketine rê jî dê bi vê hişmendiyê tevbigerin. Hemû derfetên serkeftinên mezin hene, tenê divê em pêwîstiya vê yekê bi cih bînin. Bêguman hevalên me hêja ne, namzetên me girîng in. Lê ya herî girîng azadiya gelê me ye, serkeftina vê têkoşînê ye.