Nasih Fatih Babe Şêx ev 38 salin li nava bazara Silêmanî de karê firotina wêne û tabloyan dike. Nasih Fatih ji wêne firoşên din cûdatir ji bilî wêneyên xweza û bajarên Kurdistanê ew wêneyên şervan, gerîla û serkirdeyên Kurd di firoşe. Nasih Fatih got; “Wêneyên herî zêde tên kirîn yên Abdullah Ocalan û Celal Talebanî ne.”


Nasih Fatih di sala 1959’an de li Silêmanî ji dayîk bûye, ji sala 1981’an ve li bazara Esrî ya Silêmanî ji bo debara xwe ya rojane peyda bike dest bi karê firotina wêne û tabloyên cûda dike. Nasih Fatih got ku li cem wî 200 wêneyên çapkirî yên şervan û gerîlayên Kurdistanê hene, herwiha li cem wî herî zêde wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî têne kirîn.

Dukana Nasih Fatih tuneye ew li ber derê dikana birayê xwe wêneyên bajarên Kurdistanê, wêneyên kevin yê Silêmanî, wêneyên hunermend, aktor û navdaran di firoşe. Yaku Nasih Fatih ji wêne firoşên din cûda dike, firotina wêneyên serkirdeyên Kurd, wêneyên gerîlayên Kurdistan û şervanên jinin ku di dikana wê de herî zêde têne dîtin.

Nasih Fatih li ser firotina wêneyên xwe wiha got; “Wêneyên herî zêde tên firotin wêneyên Abdullah Ocalan û Celal Talebanî ne. Hinek kes dixwazin wêneyên bajarê Silêmanî bikirin, hinek welatî jî van wêneyan dikirin û wek diyarî ji bo kesûkarên xwe yên ji dervey Kurdistanê re dişînin.”

Têkildarî nirxê wêneyan jî Nasih Fatih eşkere kir ku nirxê her wêneyek ji 5 hezar dînaran destpê dike heya 15 hezar dînaran ew di firoşe. Herwiha destnîşan kir ku hinek roj ew tu wêneyek na firoşe û wiha got; “Ne giringe ez wêne bi firoşim yan na , ji ber ku ez li gel van wêneyan dijîm.”

Di derbarê armanc ji firotina wêneyên serkirde şervanên Kurd jî Nasih Fatih wiha axivî; “Armanca min paldana welatiyên Kurde li cihê ku wêneyên biyaniyan li malên xwe û cihên xwe yên karve hilawîsin, ew wêneyên serkirdeyên Kurd û şoreşgerên Kurd bi malên xwe ve hilawîsin.”

Yek ji mişteriyên Nasih, jina bi navê Serdeşt Fatihe ku ji Rojnews’ê re got; “Ev dikan li gorî min gelek xweşik û balkêşe, ji ber ku wêneyên serkirdeyên Kurd û wêneyên bajarê Silêmanî gelek balê dikşînin. Balkêşiya van wêneyan wisan kiriye ku her kesek di vire derbaz bibe were vê dikanê û wêneyek li gel xwe bibe.”

(şk)