YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 17 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li endiya Hecîn a Dêra Zorê şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 17 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ di 24’ê Mijdarê de li endiya Hecîn a Dêra Zorê de şehîd bibûn eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Şerê Tinekirina Terorê ya bi armanca kontrolkirina erdnîgariya dawî ya DAÎŞ’ê a Hecînê, bi awayekî bê navber tê domandin. Hêzên YPG û YPJ yên ku ji destpêka şoreşa Rojava heya niha bi awayekî bê hempa di nav têkoşîna dij-teror de bûn, di vê pêngava dawî de jî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî radibin û di bin baneya QSD’ê de rola xwe dilîzin. Heta niha di şerê ku li herêmê qewimîn de, li gel ku derbên pir giran li çeteyan hat dayîn jî, rizgarkirina gelek sîvîlên ku di nav de hejmarek mezin jin û zarok jî hene pêkan bû ku ev jî yek ji armancên sereke yên pêngavê ye. Ligel vê, çeteyên DAÎŞ’ê jî bi armanca domandina hebûna xwe ya li Bakurê rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe êrîşî çeperên hêzên me dike. Di encama têkoşîna hêzên me yên dijwar, heta niha DAÎŞ negihîştiye armanca xwe.
Yek ji van şerê giran di dîroka 24’ê Mijarê de di navbera hêzên me û çeteyan de, piştî hewldana çeteyan ya êrîşkirina ser çeperên hêzên me bi sûdwergirtina rewşa hewayê, qewimî. Di encama şerê ku bi saetan dom kir û berxwedanek mezin hate raberkirin de êrîş hate şikandin, komên çete neçar man paşve bikişin. Di vî şerî de 17 rêhevalên me di encama berxwedaneke lehengane de şehîd ketin.
Di kesayeta 17 hevalên xwe de, em hemû şehîdên ku di rêka azadkirina Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de bûn cangorî, bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê mîrateya berxwedêrî ya ku pakrewanan li pey xwe hişt bibin xwedî û têkoşîna wan bibin serkeftinê.”
Nasnameya şervanên ku şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Alan Genterî
Nav û Paşnav: Eshed Cerah
Navê Dayikê: Nof
Navê Bav: Xilêf
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Ararat Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Mihemed Xilêf
Navê Dayikê: Xêra
Navê Bav: Selîm
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Cîhad Silûk
Nav û Paşnav: Mihemed El Remen
Navê Dayikê: Xedice
Navê Bav: Xelef
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Demhat Silûk
Nav û Paşnav: Wa’il Feleh
Navê Dayikê: Siltana
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Egîd Heba
Nav û Paşnav: Telal Sebîl
Navê Dayikê: Mesîra
Navê Bav: Xemîxim
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Ferhad Sedî
Nav û Paşnav: Nayif Hemud
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Ebdulah
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Hazir Silûk
Nav û Paşnav: Mihemed El Xeşam
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ferhan
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Kamîran Bedo
Nav û Paşnav: Mihemed Ugla
Navê Dayikê: Rebû’a
Navê Bav: Hemed
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Kînan Silûk
Nav û Paşnav: Usame El Rafeh
Navê Dayikê: Xazî
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Lewend Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Yusuf El Se’ed
Navê Dayikê: Hilala
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Leys Zêdî
Nav û Paşnav: Mecid Mihemed
Navê Dayikê: Necah
Navê Bav: Xilêf
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Orhan Silûk
Nav û Paşnav: Fedî El Ayid
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Îd
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Qehreman Silûk
Nav û Paşnav: Nayif Siûd
Navê Dayikê: Enud
Navê Bav: Salim
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Qendîl Silûk
Nav û Paşnav: Mehmûd El Etiye
Navê Dayikê: Aliye
Navê Bav: Benawî
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Reşîd Silûk
Nav û Paşnav: Xelef El Lafî
Navê Dayikê: Îda
Navê Bav: Mûrşid
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Serdar Zêdî
Nav û Paşnav: Ibrahîm El Tel
Navê Dayikê: Debha
Navê Bav: Hemdan
Cihê Jidayibûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
***
Nasnav: Sîpan Ocalan
Nav û Paşnav: Ehmed Refa’an
Navê Dayikê: Zuleyfe
Navê Bav: Mixlif
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018