Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov 17’ê Tebaxê li herêma Azaxpêrt a Çewlikê şerekî dijwar di navbara gerîlayên wan û artêşa Tirk de qewimiye û di vî şer de Fermandara YJA Star Dicle Zafer û 4 gerîlayên din bi qehremanî şer kirin û şehîd bûne.

HPG’ê di berfirehiya daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:“

“Artêşa Tirk a dagirker di 16’ê Tebaxê de li qada Şehîd Xebat a Çewlikê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Di 17’ê Tebaxê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerek çêbûye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek ji wan jî hatine birîndarkirin. Di vî şerî de rêheval Dîcle û 4 rêhevalên me yên qehreman şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Dîcle Zafer
Nav û Paşnav: Raîfe Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayikê-Bav: Leman – Hasan
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
*****

Nasnav: Ferhat Rodî
Nav û Paşnav: Saygi Aydin
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê-Bav: Haylû – Saîd
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
*****

Nasnav: Reşît Çewlik
Nav û Paşnav: Veysel Alparslan
Cihê Jidayikbûnê: Çewlik
Navê Dayikê-Bav: Fevziye – Kemal
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
*****

Nasnav: Yona Dersim
Nav û Paşnav: Erol Ûlûca
Cihê Jidayikbûnê: Dersim
Navê Dayikê-Bav: Saîme – Mûstafa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
*****

Nasnav: Zîn Xweza
Nav û Paşnav: Sûna Acû
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Ayşe – Yûsûf
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çewlik/ 17’ê Tebaxa 2018
*****