Navenda Ragihandin û Çapemniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Cezayê yên di meha Îlon û Tebaxê 2014’an de şehîd bibûn bi raya giştî re par ve kir.
YPG’ê têkildarî mijarê ev agahî da:
“Pêşengên gelên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, şehîd in ku li hemberî hemû dijwarî û zehmetiyan li ber xwe didin, ji bêderfetiyan serkeftinên mezin diafirînin û di oxira vê yekê de canê xwe feda dikin. Ev yek bi helwesta bi hezaran şehîdan li Kurdistanê hatiye îsbatkirin. Şehîdên me hêviyên pêşerojeke azad kirine xeyalên ku dikarin pêk werin û bi dilsoziya xwe ya bi mirovahiyê re her yek bûye rewşenek.
Şehîdên me di hemû qonaxên vê dîrokê de, her yek bûye abîdeyek û cihê xwe di dilê mirovahiyê de girtiye. Şoreşa mirovahiyê ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li hemberî zehmetiyan roj bi roj berxwedana xwe mezin dike û li dijî çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê têkoşîneke lehengane dimeşînin û destanên dîrokî nivîsandin. Yek ji van destanan jî di sala 2014’an de li Kobanê û Cezaayê bi helwesta qehremanî ya 7 hevrêyên me derketiye holê. 7 hevrêyên me di encama fedakariyeke bêhempa de tev li karwanê şehîdan bûne.
Navenda Ragihandin ya YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên meha Îlon û Tebaxa 2014 şehîd bibûn eşkere kirin.
Nasnameyên şervanên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Arşîn Efrîn
Cihê Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
Nasnav: Heqî Şoreş
Nav û Paşnav: Kenan Işik
Cihê Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
Nasnav: Mazlum Cudî Efrîn
Nav û Paşnav: Ehmed Mamo
Cihê Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
Nasnav: Rojda Efrîn
Nav û Paşnav: Arîfe Mihemed
Cihê Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 23’ê Tebaxê 2014’an
Nasnav: Ronî Efrîn
Nav û Paşnav: Nîzar Hesen
Cihê Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an
Nasnav: Şiyar Amed
Nav û Paşnav: Orhan Çelîk
Cihê Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 27’ê Îlonê 2014’an
Nasnav: Yaşar Xemgîn
Nav û Paşnav: Fîraz Îbo
Cihê Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an
YPG’ê herî dawî ev tişt got: “Di serî de şehîdên berxwedana Kobanê û Cezaayê, em hemû şehîdên xwe yên gernas bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê, heta ku em azadiya gelên xwe bi dest dixin, têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.”