Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi merasîmekê nasnameya 8 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. Li aliyê din di merasîmê de nasnameya 2 gerîlayên HPG’ê jî hate eşkerekirin.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê merasîmek leşkerî li dar xistin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî axivî û wiha got; “Ji bo azadî û rûmeta gelan şehîd canê xwe feda dikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê rêya wan bişopînin û xwedî le keda şehîdan derkevin.”
Piştre ji fermandarên YPG‘ê Ziyab Hesekê axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehadetê yên şehîdan xwend û radestî malbatên şehîdan kir.
Nasnameyên 8 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne wiha ne: Ebdulsemed El-Elî (Egîd), Beşar El-Leylî (Sîwar Hesekê), Hisên Xelûf (Muhîb Hesekê), Şaban Mihemed (Esed) , Ebdulqadir Xidir (Qiwetlî), Besil Ebdulhisên (Rênas), Ebdulrezaq El-Qidir (Xebat Hesekê), Nebîl Salih (Ciwan Hesekê).
Nasnameyên herdu gerîlayên HPG‘ê jî wiha ne: Xalid Oso ( Xalid) û Ebdulbasit El-Ebdo (Sabir Hisên).
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û bi soza têkoşîna li hember êrîşên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.