Hate ragihandin ku kesa sêyemîn a ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker li gundê Helîncê yê Kobanê şehîd bû, Hebûn Mele Xelîl e.

Balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker (SÎHA) doh bombe li gundê Helîncê yê Kobanê barandibûn. Li gorî agahiyan kesa sêyemîn a ji ber êrişê şehîd bû Hebûn Mele Xelîl e.

Xelîl ku ji gundê Pêndir ê Kobanê bû, bi nexweşiya kanserê bû.

Cenazeyên endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Emîne Veysî û endama Kongreya Star a Herêma Firatê Hebûn Mele Xelîl wê sibe saet di 17:00 de bi merasîmekê bên veşartin.Dewleta Tirk bi SÎHA’yan êriş bir ser gundê Helîncê: 3 sivîl şehîd bûnDewleta Tirk a dagirker, bi balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) êriş bir ser gundê Helîncê yê Kobanê. Dewleta Tirk bombe li malekê barand. Ji ber bombardûmanê 3 jin ên sivîl ênli hewşa malê rûnişt…

ANF NewsKongreya Star nerazîbûn nîşanî qetlîama li Helîncê daDewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek (SÎHA) êrîşî gundê Helîncê yê rojhilatê bajarê Kobanê kir. Di êrîşa ku maleke hate hedefkirin de 3 jin şehîd bûn, yek ji endama Koordînasyona…

ANF News